ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 11 Mijdar 2025
  • |
img

*Şert û mercên "koletiyê" li cihên kar dibin sedema berhêlîkirina ber bi tiryakê. Gel, di vî warî de hewldanên şaredariyan têrker nabînin. Lêkolîna qadî, ligel pêşxistina qadên kar û civakî îşaret bi avakirina "mekanîzmayên ewlehiya kolektîf" dikin.

*Lêkolîner Şîlan Bîngol diyar kir ku rêûresmên ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane tên lidarxistin, di hemû baweriyan de bîranîneke kolektîf diafirînin û der barê êrişên li ser merasîmên cenazeyan de got: "Divê dewlet û desthilat dawî li vê tundûtûjiyê bînin. Ji bo aştiyeke mayînde, divê em bi mirinan re rû bi rû bimînin."
 
* Pisporê tenduristiya gel Mehmet Zencîr, diyar kir ku ji bo tenduristiyê demokrasî û aştî pêwîst in û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê xebatkarên tenduristiyê û got: "Divê em bibin aktorên avakar ên aştiyê."
 
* Xebatkarê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê Cevdet Zîlanlî, zextên li ser komeleyê nirxand û da zanîn ku bi hinceta "qanûna sûcan" 520 hezar lîre ceza li komeleyê hatiye birîn û got: "Sûcê esasî wan kiriye. Em ê li dijî van zextan têkoşîna xwe bidomînin."
 
* Mamoste Çeçan Topçu destnîşan kir ku ji bo entegrasyona demokratîk pêwîst e zimanê Kurdî bikeve bin temînata qanûnî û got: "Ger statûya Kurdî neyê naskirin, em nikarin qala entegrasyonê bikin."
 
*  Endamê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Davût Babat destnîşan kir ku êdî tiryak li ber deriyên dibistanan tê firotin û got: "Divê dewlet ewlehiya dibistanan dabîn bike. Rêveberiyên herêmî jî dikarin bi projeyên civakî ve pêşiya vê bigirin."
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê civîna heftane ya koma partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDΠ
 
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo berdana nexweşa çolyakê Perîhan Sevda Erkilinç ku li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, dê daxuyaniyê bide. (13.00)
 
* MA Music, dê li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliayê ji bo zarokan çalakiyê li dar bixe. (14.00) 

Sernavên din

06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin