ENQERE – Komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li Meclisê hat damezirandin, ji bo hevdîtna bi Abdullah Ocalan re biryara çûyîna Îmraliyê da.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê di civîna 18’emîn de ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dengdayîn li dar xist.
Di dendayînê de komîsyonê biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re da.
Destpêka hefteyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, çûyîna komîsyonê tê payîn.
