NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, li paytexta Hindistanê Delhiya Nû çalakî hat lidarxistin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin.
Komeke hindistanî, bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytext Delhiya Nû çalakî li dar xist. Beşdarên çalakiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û peyamên piştevaniyê dan gelê Kurd.
Endamê Rjya Sabha (Baskê jor ê Parlamentoya Hindistanê) ê berê Aneel Prasad Hegde di çalakiyê de axivî.