Ciwan dê li Amed û Rihayê civînan li dar bixin 2026-02-11 13:58:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Ciwanan a DEM Partîyê û Piştevaniya Xendekarên Azad a Dîcleyê di bi tevlibûna Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û Azîme Işikê civînên ciwanan li dar bixin.   Meclisa Ciwanan a DEM Partîyê û Piştevaniya Xendekarên Azad a Dîcleyê bi dirûşma “Em ji tarîtîyê ber bî ronahîyê ve dimeşin” bi ciwanan re kom dibin. Meclîsa Ciwanan a DEM Partîyê têkildarî kombûna ciwanan li ser hesabên xwe yên medya sanal peyamek belav kir. Di peyamê de agahiyên derbarê kombûnê de hate dayîn û bang li hemû ciwanan hate kirin ku tev li kombûnê bibin. Di peyamê de hate ragihandin ku siyasetmedarên Kurd Veysî û Çetîn Arkaş jî dêbeşdarî kombûna di 15’ê Sibatê seet 10:00’an de lî Navenda ÇandAmedê (Çandê ya Sezaî Karakoç) pêk tê, dibin.   Di peyama Meclisa Ciwanan de hate daxuyandin ku dê di kombûnê de pêvajoya dawî bê nîqaşkirin û wiha hate gotin: “Ji bo telîbûna civînê em di serî de bang li jinên ciwan û hemu hevalên xwe yên Kurdîstanê dikin ku tev li kombûna me bibin.”   Herwiha Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di heman çarçoveyê de, dê roja14’ê Sibatê saet di 12.00’an de bi beşdariya Çetîn Arkaş û Azîme Işikê ve li Hêwana New Natural a Dawetê civînê li dar bixe.