Ciwan li Enqereyê civiyan

Parve bike:

ENQERE - Ciwanên li ser banga Meclisa Ciwanan a HDK’ê li Enqereyê icviyan, diyar kirin ku dê ciwan di avakirina aştiyeke birûmet de çalak cih bigirin. 

 
Li ser banga “Civaka azad, ciwanên rêxistinkirî, pêşeroja azad” a Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Navenda Giştî ya TUMBEL-SEN’ê hevdîtina civînan li dar xist. Veysî Aktaş ku demekî nêz berê ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hatibû berdan û Azîme Aktaş tev li bûn. 
 
Di hevdîtinê de ji ewil bo kesên di Komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin û endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim deqeyek rêz hate girtin. Endam Meclisa Jinan a HDK’ê Sila Dereoglû di hevdîtinê de got: “Em hêza xwe ji gelên xwe digirin. Weke ciwanan mîna duh îro jî em ê di avakirina aştiyeke birûmet de çalak cih bigirin. Ji taxan heta kampusan em ê li her qadên jiyanê em ê daxwaza xwe ya aştiyê bicih bînin.” 
 
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî domiya.