Sezona duyem a belgefîlma ‘Vejîna Kurd' dest pê dike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma rêzefîlmê "Ji Qirkirinê heta Jiyana Azad - Vejîna Kurd" dê di demeke nêzîk de bi sezona xwe ya nû ya bi navê "Vejîna 2'yemîn" li ser ekranan be.

 
Ev rêzefîlm ku li ser dîroka PKK'ê disekine, gelek belge û arşivan derdixe holê û behsa gelek şahidên wê serdemê dike, dê di demeke nêzîk de bi beşên sezona xwe ya duyemîn li ser Medya Haber TV û Stêrk TV dê bigihê temaşevanan. Belgefîlm ku ji hêla Komîna Belgefîlman a Şehîd Gulistan TARA ve zêdetirî 8 salan xebatên wê didimin, sezona xwe ya yekem, "Vejîna 1'emîn", di meha Nîsanê ya borî de nîşan da. Belgefîlm ku eleqeyeke mezin kişandiye, di sezona xwe ya duyemîn de ku ji 30 beşan pêk tê, dîroka PKK'ê ronî dike.
 
Sezona yekem a belgefîlmê ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jidayikbûn û zarokatiya wî heta Serhildana 15'ê Tebaxê ya 1984'an bi karanîna agahî, belge, arşîv û şahidan vedihewîne, bi eleqeyeke mezin hat şopandin. Sezona duyem bûyerên ji 1984'an heta 1999'an sala ku Komploya Navneteweyî pêk hat, vedihewîne. Di sezona xwe ya duyemîn de, belgefîlm gavên sereke yên şerê gerîla li çiyayên Kurdistanê, kongre, konferans û civînên girîng ên wê serdemê, salên serhildana mezin a ku wekî şoreşa vejînê tê binavkirin û qehremaniya gel, demên berxwedana mezin a li dijî êrişên gerdûnî, destkeftiyên têkoşîna azadiya Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û li Ewropayê, asta azadiya jinên Kurd, pêşketinên siyasî yên aloz li Tirkiyeyê yên li dora PKK'ê, hewldanên aştiyê yên curbicur û pêkanîna komployê gav bi gav, digel gelek bûyerên din ên dîrokî tîne ser ekranê.
 
Wekî sezona berê, belgefîlm dê her Çarşemê li ser Stêrk TV'yê bi Kurdî û her Înê jî li ser Medya Haber TV'yê bi Tirkî were weşandin.