TEV-ÇAND’ê ji bo Elî Mensûr peyama sersaxiyê weşand

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND’ê bi munasebeta wefata hunermend Elî Mensûr peyama sersaxiyê weşand.

 
Tevgera Çandê ya Ewropa (Tev-Çand Ewropa) têkildarî wefata hunermend Elî Mensûr daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyaniya Tev-Çand Ewropa bi vî rengî ye:
 
“Yek ji stûnên Çand û Hunera Şoreşgerî ya Rojavayê Kurdistanê Elî Mensûr ku bêhtirî 40 salan bi dilnizmî û kesayetiya xwe ya bêdeng di tekoşînê de cih girt, şeva bi ser 10'Nîsanê de ji ber nexweşiyê wefat kir.
Elî Mensûr bi hevalên xwe re di sala 1986’an de Koma Agirî ava kir. Di nava van salan de bi dehan stran çêkirin, bi dehan melodî afirandin. 
 
Yek ji melodî û muzîkên wî yên bi nav û deng melodiya strana ‘Mezin Apo Bilind Apo, Apê me’ bû ku heya niha jî li ser zimanan e.
 
Bi dilnizmiya xwe, cihê xwe di dilê her kesî de çêkiribû. Di demên herî dijwar de Elî Mensûr girêdayî nirxên neteweyî ma û ti carî rê neda ku hunera wî bikeve rêya bazarên qirêj.
 
Di temenekî ku hîn dikarîbû pir berheman biafirîne, de pişta xwe da hezkiriyên xwe.
 
Em weke Tev-Çand Ewropayê, bi koça dawî ya hunermendê welatparêz xemgîn bûn.
 
Ji malbat, hezkirî û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin.
 
Cihê wî buhişt be."