Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin

Parve bike:

RIHA - Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand. 

 
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand. Çalakî, li Eywanan Konferansê ya Îbrahîm Ayhan a Şaxa KESK’ê ya li navçeya Xelîliyeyê hate lidarxistin. Li eywanê pankartên "Xweza dewlemend e kulîlk bi heft reng e" û "Xweza jiyan e jiyanê biparêze" hatin daliqandin. Nûnerên ekolojî û rêxistina civaka sivîl tev li bûn. Hevberdevken Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê Ferda Oncel û Serhat Altandag jî tev li bûn. 
 
Altandag, di çalakiyê de got ku avakirina komeleyê encamekî pêddiviyeke kolektîf bû û got ku hem li Rihayê hem jî li hemû herêmê bi pirsgirêkeke mezin anku bi krîza avhewayê rû bi rû ne. Altandag, encamên krîza avhewayê rêz kir û got ku krîza avhewayê ne tenê pirsgirêkeke hawirdorê ye lê di heman demê de meseleya domandina ewlehiya xurekê, edaleta aborî û civakî ye. Altandag, got ku ev pirsgirêk nîşan didin ku pirsgirêkên ekolojîk ne pirsgirêkên şexsî ne lewma hewcehî bi piştevanî û têkoşîneke kolektîf heye. Altandag, da zanîn ku Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê jî encamekî vê hewcehiyê ye. 
 
Piştre jî Endama Komeleya Ekolojiyê Ozlem Ozdemîrê jî deklarasyona avakirina komeleyê xwend. Ozlem Ozdemîrê got ku weke Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, tevahiya rûyê erdê weke parçeyek dibînin û divê pêwendiya mirov-xwezayê ne li ser tehekûmê lê li ser esasê hevsengiyê esas were girtin. Ozlem Ozdemîrê anî ziman ku di bingeha hilweşînên ekolojîk de zîhniyeta tehekûmperest a mirovan heye û lewma ew têkoşîna xwe weke têkoşîna azdkirina xweza û civakê dibînin. 
 
Bi domdarî Ozlem Ozdemîrê got ku Riha di bin gefeke mezin a ekolojiyê de ye. Ozlem Ozdemîrê destnîşan kir ku xwegihandina ava paqij, hewayê paqij, xurekên bitendurist û cihê hewînê mafên sereke ne. Got ku ew ê di çarçoveya perspektîfa demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de ji bo parastina av, ax û jiyanê xwe birêxistin bikin. Bi domdarî anî ziman ku civaka azad civaka ekolojîk e û axaftina xwe wiha qedand: “Civaka ekolojîk bi pêşengtiya jin û ciwanan pêkan e. Em radigihînin ku dê li ser xak, av û bîra Mezopotamyayê; jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bi hev re ava bikin. Meclisa me ser xêrê be.” 
 
Bername, bi nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû. 
 
Nûçeyên Têkildar
Ji bo gelek bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
Ji bo gelek bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir

Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariya barînan kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigire.

Ji meteorolojiyê hişyariya barînan
Ji meteorolojiyê hişyariya barînan

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi koda zer hişyariya barînan kir.

Şaredariya AKP'î zeviya avî da ber îmarê
Şaredariya AKP'î zeviya avî da ber îmarê

Sekreterê ÎKK ê Çewligê yê TMMOB'ê Canfîdal Boldaş ku bertek nîşanî biryara Şaredariya Çewligê ya AKP'î da ku erdê avî da ber îmarê, bilêv kir ku ev li zeviyên avî yên li herêma erdhejê xetere ye.

Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike
Lengergeha li cihê hêlinên çûkan hatiye çêkirin bandoreke neyînî li populasyona çûkan dike

Lengergeha li qeraxê Gola Wanê li herêma hêlînên çûkan hatiye çêkirin, bandoreke neyînî li ser populasyona çûkan dike. Ji ber çêkirina lengergehê hêlînên çûkan texrîb bûn û tê gotin ku vê jî kir ku populasyona çûkan kêm bibe.

Cendirmeyan êrişî gundiyên ku li dijî çêkirina GES'ê rabûn kirin
Cendirmeyan êrişî gundiyên ku li dijî çêkirina GES'ê rabûn kirin

Cendirmeyan bi cop, guleyên plastîk, ava şid û gaza îsotan êrişî şêniyên gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê kirin ku naxwazin li mêrga wan GES bê çêkirin.