Li gundê Qerxabazarê banga têkoşîna hevpar a li dijî JES’an

Parve bike:

ÇEWLIG - Ekolojîstên li gundê Qerxabazariyê yê Kanîreşê bi şêniyên gund re hatin gel hev, banga têkoşîna hevpar kirin. 

 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH), bi welatiyên gundê Qerxabazari yê navçeya Kanîreş a Çewligê re civiyan. Civîn, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ji hêla Şîrketa Anonîm a IGNIS H2’yê ya navenda wê Amerîkayê ve tê xewstin li herêmê bixin meriyetê hat lidarxistin. Hevberdevkê MEH’ê Erdogan Oduk diyar kir ku heta xaka li herêmê û bandora wê ya li ser hawirdorê neyê lêkolînkirin divê proje nekevin meriyetê. 
 
Bi domdarî Oduk anî ziman ku gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê tên talankirin û wiha pê de çû: “Ji Gimgimê heta vê herêmê, gelek qad weke qadên madenê hatine ragihandin. Hêj jî li dijî rapora ÇED’ê îtîraz hene. Hewceye em dengê xwe bilind bikin. Bi sondajê re dê metalên giran û madeyên kanserojen derkevin holê. En em ê xwedî li vê derê derkevin an jî dê biçin. Em mecbûr in têbikoşin û gotina xwe bikin.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ
 
Parêzer Rojhat Ozgokçe jî îşaret bi aliyê hiqûqî yê pêvajoya ÇED’ê kir û ev tişt anî ziman: “Em ji têkoşîna mil bi mil hatin vê derê. Li rexekî em ê têkoşîna hiqûqî bidomînin û li rexa din jî em ê raya giştî agahdar bikin. Li seranserî herêmê talanek heye. Ji Agiriyê heta Colemêrg, Varto û Wanê li her derê talan heye. Bi çêkirina JES’an dê jiyana me biherimînin. Dê bibin sedema erdhejan. Gelo dê xelkê li vir çawa bijî? Ev ne bi xema wan e. Ji bo wan a girîng qezenca şîrketan e.” 
 
Ji welatiyên gund Vedat Surmelî jî da zanîn ku ew li dijî tiştên li gundê Qerxabazarê diqewimin li ber xwe didin û tevahiya herêmê hatiye firotin. Ji welatiyan Mehmet Harmanci jî banga têkoşîna hevpar kir. 
 
Hevdîtin, bi pirs û bersivan bi dawî bû.