Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin 2025-05-06 13:27:38   ENQERE – Li avahiya navenda giştî ya DEM Partiyê pankarta Sirri Sureyya Onder a bi nivîsa “Oxir be kekê Sirri. Bila soz be dê aştî bê vî welatî” hate daliqandin.    Li navenda giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), posterê Endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da hate daliqandin. Li ser posterê Onder nivîsa “Oxir be kekê Sirri. Bila soz be dê aştî bê vî welatî” hate nivîsandin.