Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel 2025-05-10 11:19:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgînê bi bîr anî û got: “Hozan Mizgîn hem bi huner hem bi têkoşîna xwe bû dengê gel, şoreşger û hunermendeke nemir.”   Komîteya Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê bi daxuyaniyekê hunermend û gerîla Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) a ku 11’ê Gulana 1992’yan li Tetwanê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.   Daxuyaniya Kevana Zêrîn wiha ye: “Bibîranîn helwesteke hişmendiyê ye û di cewherê xwe de nîşan dide bê havêneke çawa di rêveçûnên dîrokî de hatiye meyandin. Bibîranîna şehîdan havênê herî bi nirx, herî pîroz û herî watedare ku me gihandine heta roja me ya îro û xwedî wê hêzê ne ku bigihînin dahatuyên bi hêviyê dagirtî. Ji ber vê em di 33. salvegera şehadeta Rêheval, hozan, têkoşer û jina çeleng Hozan Mîzgîna tevgera azadiyê bi rêz, bi eşq û bi hezkirineke bê dawî bibîr tînin. Di semboliya kesayeta wê de ku roja 11’ê Gulanê weke roja tevahî şehîdên çand û hunerê ya tevgera azadiyê pênase û wateya xwe girtiye bi rêz, bi hezkirin, bi eşq û bi moraleke mezin bibîr tînin, bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin û ji bo armancên wan ên jiyaneke bi rûmet weke hewrêyên wan hevsoziya xwe her nûjen dikin.   Serdema ku Hozan Mizgîn têkoşîna xwe ya bêhempa li dar xist him weke dem û him jî weke erdnîgarî di nav êşeke gelekî dijwar de bû. 1962’yan li Gundê Bilêdera Êlihê hate dinê. Malbat navê Gurbetê lê kir. Gurbeta ku tevahî gurbetiya malbatê lê hatibû barkirin, di heman demê de êşa civakeke girtî, êşa jinên jêrdest û jana gelekî tevahî di nav hev de jiyan kir. Lêgerîna ku Gurbet dabû pey, weke ferzkirineke çarenûsê be, bi Şehîd Mazlûm re dîdarek pêk anî. Ev dîdar kirasê navê Gurbetê guherand û bi hilbijardina xwe wateya ku dixwast di kesayeta xwe de pêk bîne navê xwe kir Mizgîn û bû yekemîn ew jina ku ji herêma xwe beşdarî refên têkoşînê bû. Li kampa Bekaa bi perwerdeya xwe niqût bi niqût dawervan hinavê xwe. Beşdarî kongreya sêyem bû û di encama kongreyê de vesaziya wê bi Şehîd Hozan Sefkan re, ji bo birêxistinkirina xebatên hunerî çûbû Ewropa. Lê di heman deme de pêşengtî ji xebatên jinê re jî dikir û yekemîn konferansa YJWK li dar xist û axaftina vekirinê pêk anî. Di avakirina Huner-Kom û binesaziya Koma Berxwedanê bi Hozan Sefkan re pêk anî. Ew jina kar û helwestên yekeman bû. Stranên wê ji Kurdistaniyan re hêvî, hêz û moral lê ji dijmin re xeteriya herî mezin bû. ‘Lo hevalno’ hesreta hevalan, ‘Gundîno hewar’ banga şaneya herî zelal a civakê, bi strana ‘Newroz’ vejîna qadên Newrozê, bi ‘Çemê Hêzil’ êşa ji destdana hevalan olan li nav welêt anî.   Lê ew di heman demê de şoreşger bû û ji her erkeke şoreşê re amade bû. Li Eyaleta Mêrdîn weke endama fermandariya eyalete lê li eyaleta Xerza jî berpirsiyariya tevahî eyaletê bicîh anî. Herî dawî dema ku ji bo erkekê li Tetwanê bû bi dorpêçkirina mala ku lê dimîne, heta dawiyê şer dike û herî dawî bi fedaîyane bersiva xwe ya dawî dide dijmin.   Hozan Mizgîn hozana şer û huner û jiyana civaka xwe ye. Jineke, şoreşgereke û hunermendeke nemir e. Tevgera Azadiyê ku ji destpêkê ve ji hêla Rêber Apo ve hunermendane hatiye honandin, ji hêla Hozan Mîzgîn ve jî şopdariya vê ya herî bêdew pêk hatiye. Bi hezkirina rast a civaka xwe, erkê xwe yê dîrokî di ber civaka xwe de bêyî dudilî pêk aniye. Di 33. Salvegera şehadeta xwe de weke tevgera çand û hunerê ya Kevana Zêrîn û di heman demê de li ser tevahî hunermendên ku rêwiyên li ser rêya hunerê ne vî erkî dîsa bibîr tîne da ku em di ber hêvî, êş û derdên civaka xwe re rabin. Ji ber ku hunermendî berpirsiyariye, helwêst, hilbijarde û xîrete. Ku me vê helwêst, hilbijarde û xîretê bi rênîşaneriya grava Îmrali, di serî de li lutkeyên çiyayan, li tevahî qadên têkoşînê û herî dawî li Bendava Tişrînê di asta herî bilind de bi awayê herî serberzane û serkeftî dît. Tevahî şehîdên me yên çand û hunerê îro di kesayeta Şehîd Mizgîn de vê heqîqetê li ser me ferz dikin.   Em di 33. Salvegera şehadeta Hozan û Heval Mizgîn de, careke din tevahî şehîdên hunermend ên li ser rêya heqîqet û azadiyê bibîr tînin, tacîdarkirina hêvî û daxwazên wan ji bo xwe dikin rênîşaner. Bi hunermendane honandina azadî û serkeftinê soz û peymana me ye.”