Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e 2025-05-13 09:14:06 AMED - Helbestvan Kejal Ehmed ku beşdarî konferansa bi navê “Pêkanîna xalên manîfestoya Gîronayê” bû, diyar kir ku divê çar parçeyên Kurdistanê û nivîskarên kurd ên li dîasporayê bi hev re tevbigerin û got: “Armanceke nivîskar heye, ew jî parastina ziman e.” Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek nivîskar û zimanzan beşdarî konferansa bi navê “Pêkanîna xalên Manîfestoya Gironayê” bûn ku bi pêşengiya PENa Kurd û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 10-11’ê Gulanê de li Amedê hat lidarxistin. Nivîskarên beşdarî konferansê bûn li ser pêşketina ziman û wêjeya kurdî gengeşe kirin.   Helbestvan Kejal Ehmed ku ji bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistana Federe beşdarî konferansê bû, bal kişand ser girîngiya konferansa zimanê kurdî.   Kejal Ehmed bal kişand ser girîngiya ziman ji bo jinan û got: "Ji vê re zimanê dayikê tê gotin. Zimanê dayikê. Rol û mîsyona dayikê ji aliyê ziman ve pir girîng e. Yên ku li dijî rewşenbîr, nivîskar, jin, ziman û derhêneran in, dijminên neteweyê ne. Milet çi ye? Miletek zimanek e. Heke hûn zimanê neteweyekê ji holê rakin, ew netewe wê winda bibe. Kurdan êşên mezin kişandine û rastî zilm û zordariyên mezin hatine. Sedema ku hişê neteweyî yê kurdan xurt e, xwedîderketina wan a li ziman e."    ‘YEKÎTIYA NIVÎSKARAN GIRÎNG E'   Kejal Ehmed destnîşan kir ku divê nivîskarên kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê di nava yekîtiyê de tevbigerin û wiha got: "Divê yekîtiya wan hebe. Armanca nivîskaran tenê parastina ziman e. Yê ku ziman diparêze nivîskar in. Divê nivîskar li çar parçeyên Kurdistanê zimanê xwe biparêzin. Hebûna saziyeke wekî PENa Kurd û lihevkomkirina hemû nivîskaran, pir girîng e. Yekîtiya nivîskaran ji bo me çavkaniya hêzê ye. Li dijî êrişan yekîtiya kurdan girîng e."   Nivîskar Mehmet Oncu ku ji Wanê beşdarî konferansê bû, bal kişand ser zehmetiyên nivîskarên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn. Oncu got: "Nivîskarên kurd û tirk li Tirkiyeyê ne wek hev in. Zimanê tirkî xwedî gelek sazî ye, gelek alîgirên wî hene, bi taybetî dewlet teşwîq dike û rê vedike, lê nivîskarên kurd di tengasiyeke mezin de ne, nikarin berhemên xwe biweşînin, nikarin bidin nirxandin û nikarin dengê baş ragihînin. Ew û xwendevanan nikarin bên cem hev."    Oncu diyar kir ku li ser zimanê kurdî zext û zehmetî hene û bal kişand ku ji ber zextan mirov ji zimanê xwe dûr dikeve. Oncu bal kişand ser pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û diyar kir ku pêşketina baş a pêvajoyê dê rê li ber zimanê kurdî jî veke û got: "Eger aştiya birûmet pêk were, dê rêya zimanê kurdî hîn zêdetir vebe. Dê li dibistanan bê xwendin, bêguman dê xwendevanên wê zêde bibin û dê nivîskar dengê xwe bilind bikin û xebatên xwe bimeşînin.”   Oncu destnîşan kir ku divê li dijî pirsgirêkên zimanê kurdî xwe bi rêxistin bikin û her wiha destnîşan kir ku divê xebat bên meşandin û dibistanên ku perwerdeya kurdî lê tê dayîn bên vekirin.   GIRÎNGIYA KONFERANSÊ   Endama PENa Kurd ê li Stenbolê dixebite Miraz Ronî jî diyar kir ku armanca konferansê ew e ku nivîskarên kurd ên çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bi hev re danûstendinê bikin û hev nas bikin, biaxivin û nîqaş bikin. Armanceke din jî ew e ku balê bikişîne ser ziman, çand û xebata kurdî û got: "Pirsgirêka eslî ziman û çanda Kurdî ye. Ev konferans di warê derûnî de hêzê û baweriyê dide mirovan. Her wiha danûstendina di navbera nivîskaran d ejî bi ruh û can dike."   Ronî bal kişand ser qedexe û zextên ku ji damezrandina komarê heta niha li ser zimanê kurdî hatine kirin û wiha got: “Zilma li ser zimanê kurdî zilmeke dîrokî ye. Ronî got: "Niha em nikarin bi awayekî fermî kurdî bi kar bînin. Em nikarin daxwazekê bi kurdî binivîsin û pêşkêşî saziyên dewletê bikin. Em nikarin di her aliyê jiyanê de xwe bi kurdî îfade bikin. Li dibistanan perwerdeya kurdî nayê dayîn. Hûn bixwazin jî nexwazin jî, ziman derbasî tirkî dibe. Kurdî di bin de dimîne. Dema şert û merc ne wek hev bin, yê serdest derdikeve pêş."   Ronî bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera nivîskarên kurd de û li hemberî van zextan hembêzkirina zimanê kurdî û got ku ziman bi vî rengî dikare were pêşxistin.   MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel