Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin 2025-05-17 17:14:55   WAN - Rûniştina duyemîn a roja ewil a Sempozyûma 2’yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê bi dawî bû. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de rola çapemeniya Kurdî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê îsal 2’ymîn “Sempozyûma Zimanê Kurdî” lidardixe, sempozyûm bi rûniştina duyemîn a roja ewil ve domand.  Di vê rûniştinê de ku bi moderatoriya Endamê Egîtîm Senê Mehmet Sena Sonmez ve pêk hat, axêver nivîskar Adar Jiyan, Lal Laleş û rojnameger Serdar Altan beşdar bûn.   Adar Jiyan bi sernavê “Rol û Mîsyona Egîtîm Senê di Têkoşîna Zimanê Kurdî de” gotara xwe peşkeş kir û wiha got: “Ziman weke nan û avê girîng e. Tevî kesên di nava Egîtîm Senê de ku li dijî zimanê dayikê bûn, Egîtîm Senê ji aliyê zimanê dayikê ve gelek xebatên baş kir û ev yek bû dînamîzmek ava kir. Perwerdehî bêyî zimanê nabe û bisernakeve. Zarokek wextê ji dayik dibe biz zimanê xwe yê dayikê ve tê dinê lê ku nebe zimanê perwerdehiyê dibişive. Li Tirkiyeyê hinek kes hindik maye bibêjin 'bila baran nebare lewre li ser Kurdan jî dibare'. Dijminatiya li hember Kurdan di vê rewşê de ye. Ji bo zarokekê sê tişt helal in; hezkirin, şîr û zimanê dayikê helal e û pîroz e. Egîtîm Sen tenê sendikeya kedê nîne, sendîka dibistana siyasetê, bîrdoziyê ye û divê wisa be jî. Divê em rast nêzî vê yeke bibin. Divê sendîka nirxên civakî biparêzên."    ‘JI BO KURDAN BÎR GIRÎNG E’   Nivîskar û helbestkar Lal Laleş behsa “Rola Zimanê Kurdî di Weşangeriya Kurdî ya Îro de” axivî. Lal Laleş diyar kir ku ji bo miletekî bindest tiştî herî girîng ji bîr nekirin e û wiha got: “Bîra miletekî her tiştî wan e û heke mirov bîra xwe ji bîr bike, nikare bigehe cehwerê xwe. Lewma ji bo Kurdan arşîv tiştekî pir girîng e. Weşangeriya Kurdî sala 1898’ê de ji Rojanmeya Kurdistan dest pê dike. Weşangeriya me tenê bi Bakur sînordar nîne û em bi alfabeyên cuda berheman çap dikin. Ji ber vê yekê gelek caran em bi parçeyên din ên Kurdistanê re nikarin hev fêm bikin. Sînoran tenê Kurdistan perçe nekir ziman jî perçe kir.  Êdî lazim e em vê yekê ji nava xwe de rakin. Niha 40 weşanxaneyê me hene. Ji bo weşangerî pêşbikeve werger girîng e.”   ‘ÇAPEMENIYA KURDÎ XWEDÎ DÎROKEK TÊR E’   Rojnameger Serdar Altan bi sernavê  “Ji Aliyê Zimanî ve Erênî û Neyîniyên Çapemeniya Kurdan” gotara xwe peşkeş kir. Altan da zanîn ku çapemeniya Kurdî xwedî dîrokeke têr û tije ye û wiha got: “40 salên dawî bi berdêlên giran ve nirxên mezin hatin avakirin. Zimanê Rojnameya Kurdistanê erebî bû û li mişextiyê bû. Buhirîna ew qas salan şûnde hêj jî ev rewş ji hinek aliyan ve didome, gelek weşanên me hêj li dere welat in. Di dîroka çapemeniya Kurd de bi sedan rojname, ajans, radyo û TV hatin avakirin. Nexasim di qada Kurdî de xebatên girîng kirin. Çapemeniya Kurdî wextê bi zimanê xwe ve dest bi weşanê kir di vê mijarê de qîmetek mezin da xebatan. Weşangeriye Kurdî di nava Kurdan de zimanê hevpar ava kir. Ne weşangeriya Kurdî û ne jî çapemeniya Kurdî ne li cihê heq dike. Li ser vê mijarê û pirgirêk, jêderka wê divê bê nîqaşkirin. Ger çapemeniya Kurd xurt nebe siyaset, weşan û civak jî pêşnakeve.”    Piştî axaftinan roja yekemîn a sempozyûmê bi dawî bû û dê sibê dewam bike.