Xizmên faîlê 'azardana zarokan' gef li baro û JINNEWS’ê xwarin 2025-05-19 15:12:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber sûcê “azardana zarokan” ê li dijî 4 zarokan, 82 sal û 6 meh cezayê hefsê li Muammer Ugur hate birîn. Xizmên Ugur, gef li Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û JINNEWS’ê xwarin.    Mamosteyê bi navê Muammer Ugur li Şirnexê ji ber sûcê “azardana zarokan” ê li dijî 4 zarokan dihat darizandin û dadgehê 82 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birî. Hat diyarkirin ku xizmên Ugur, gef li Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê û JINNEWS’ê xwarin. Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; xizmên faîl Ugur piştî danişîna di 16’ê Gulanê de hate lidarxistin, rû bi rû gef li parêzerên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê xwarin. Li ser gefan, parêzerên komîsyonê ji ber sûcê “Heqaret û gefxwarinê” giliyê xizmên faîl Ugur kirin.    Şexsekî bi navê D. ku xwe weke “şêwirmendê malbatê” da naskirin, di 17’ê Gulanê de li JINNEWS’ê geriya, îdia kir ku bûyer rast nîne û sûcê azardana zarokan “derew” e. Heman kesî, xwest nûçe were guherandin û heke neyê guherandin jî gefa vekirina dozê xwar.