Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye 2025-05-21 11:21:10 ENQERE - Zanyarê siyasetê Prof Dr. Levent Koker diyar kir ku paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye û wiha got: “Firsendeke girîng hatiye bidestxistin. Divê ev firsend neyê hebakirin."    PKK’ê piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî, biryara fesîxkirinê da û dawî li xebatên xwe anî. Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re bal kişandibû ser vê yekê û gotibû: "Pêwîstî bi peymaneke nû ya li ser bingeha biratiyê heye. Ya ku em dikin, guherîneke mezin a paradîgmayê îfade dike. Têkiliya Tirk-Kurd bi temamî cuda ye; ya ku xera bûye têkiliya biratiyê ye." Piştre Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî xwest ku li Meclisê komîsyonek bê avakirin.   Zanyarê siyasetê Prof Dr Levent Koker banga Ocalan, biryara PKK'ê û geşedanên heyî nirxand. Koker diyar kir ku biryarên kongreyê yên PKK'ê ji bo pirsgirêka Kurd û pêşeroja Tirkiyeyê şenseke dîrokî ye û wiha got: "Pirsgirêkeke me heye ku dîroka wê vedigere pêşiya komarê. Em vê pirsgirêkê weke pirsgirêka Kurd tînin ziman. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de firsendeke mezin hatiye bidestxistin."    Koker diyar kir ku AKP û MHP'ê qebûl kirine ku divê pergaleke nû ya civakî û siyasî bê avakirin û wiha got: "Bi gotineke din, nêzîkatiyeke wan a mîna, 'Çek hatiye danîn, PKK ji hev belav bûye, em derbasî 'Tirkiyeyeke bê terorîst' bûne û mijar qediya ye nîn e. Ji ber vê yekê, hîn jî rêyeke dirêj heye. Em di kêliyeke diyarker de ne."   DEMA ÎNKARÊ DERBAS BÛYE     Koker anî ziman ku Ocalan di peyama xwe ya dawî de bal kişandiye ser ‘paradîgmaya nû’ û destnîşan kir ku ev paradîgma xwe dispêre ‘guhertina paradîgmaya netewe-dewleta Tirk’ û wiha axivî: "Dema em behsa paradîgmaya nû dikin, em behsa avakirina dewleteke din a li derveyî paradîgmaya netewe-dewleta Tirk dikin. Di daxuyaniya PKK’ê de û di daxuyaniya Ocalan a di 27’ê Sibatê de jî wiha tê gotin: Rêxistinbûyîneke siyasî ya xwe dispêre înkarkirina hebûna Kurd heye. Niha, hebûna Kurdan wê di nava karakterê neteweyî yê Komara Tirkiyeyê de bibe xwedî cihekî. Rewşeke nû derdikeve holê ku Tirk û Kurd bi hev re dewletekê ava dikin. Ez vê bi vî rengî fêm dikim. Êdî avabûna paradîgmayî ya li ser bingeha înkarkirina gelê Kurd tê dîtin ku êdî wê derbas bûye. Pêwîste em qala rêxistinbûyîneke nû ya bi armanca naskirina hebûna Kurd a ji bo avakirina civaka demokratîk bikin. Ev rêyeke dirêj e û pêşniyara komîsyonê ya Bahçelî gaveke di rêya rast de ye."   'DIVÊ MECLÎS JI BO AŞTIYÊ BIXEBITE'    Koker da zanîn ku komîsyona tê xwestin li Meclîsê bê avakirin divê ji bo civakîbûna aştiyê bixebite û wiha got: "Serokatiya CHP'ê û Serokê wê Ozgur Ozel îlan dikin ku ew destekê didin vê pêvajoyê. Lê belê di nava bingeha CHP'ê de hem jî li beşên din ên neteweperest û heta qismî jî mûxafazakar heye."  Koker diyar kir ku fikra "Armanca Recep Tayyîp Erdogan a ji nû ve bûyîna serokkomar" yek ji sedemên bertekan e û got, "Tê bawerkirin ku pêvajoyeke aştiyê ya bi tendurist li hawireke ewçend otorîter nikare bê xebitandin, prensîbên dewleta hiqûqê ya demokratîk binpê dike û ji bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dûr dikeve. Hin endamên mûxalefetê tevgera siyasî ya Kurd weke şirîkê veşartî yê hikûmetê dibînin, heta îdîayên ne dûrî aqil ên weke 'DEM Partî hevparê sêyemîn ê Tifaqa Gel e'."   ÎNKAR BI LOZANÊ DESTPÊ KIR   Koker anî ziman ku sedema bertekan ya duyemîn fikra "Dawiya dewleta tirk, tasfiyekirina Komara Tirkiyeyê ye." di daxuyaniya PKK'ê ya 12 'ê Gulanê de işaret bi girîngiya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924'an kir û wiha axivî: "Lê belê ev daxuyanî nîşan dide ku polîtîkaya înkarkirina hebûna Kurd a li Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924'an tê nîşandan. Di Peymana Lozanê de ji bilî Tirkî bi her zimanî perwerde qedexe bû. Destûra Bingehîn a sala 1982 'an bi xala xwe ya 42’yemîn re ev yek xurt kir. Ev destpêka înkara Kurd e. Komîsyon dixwaze vê zîhniyetê ji hev biqedîne. Ji ber vê yekê, pêşniyara Bahçelî ya ji bo komîsyoneke ji 100 kesî, eger biryarên bi piraniya jêhatî bide, dikare li ser bingeha yekîtiya Tirk-Kurdan fermaneke nû ava bike. Ji bo civak xwedîtiyê li vê pêvajoyê bike, divê astengiyên zîhnî bên derbaskirin. Divê pêvajo bi nêzîkatiyên mîna kaşkirina lingê xwe yan jî ji nû ve zexmkirina desthilatdariya desthilatdaran neyê astengkirin.”   ‘DIVÊ FIRSEND JI DEST NEÇE’   Koker diyar kir ku pêwistiya Tirkiyeyê bi normeke nû ya damezrîner heye û got, "Suleyman Demîrel di sala 1991'ê de got, 'Em ê rastiya Kurd nas bikin, her kes wê bibe welatiyê ji pola yekemîn'. Em hînê di sala 2025'an de jî qala heman tiştî dikin. Ev yek ji bo civaka Tirkiyeyê şermeke mezin e. Pêşketinên li Rojava ev firsend afirandiye. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi normeke damezrîner heye ku hebûna Kurdan nas dike û wê bi hevkariya wan bê avakirin. Qebûlkirina vê ne hêsan e. Ji ber ku astengkirineke gelekî mezin heye. Lê belê ji bo ev astengî ji holê were rakirin firsendeke girîng hatiye bidestxistin. Divê her kes pêşdarazên bidin aliyekî û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Tekane daxwaza min ew e ku ev fersend ji dest neçe.”   MA / Omer Gungor