‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye' 2025-05-22 10:12:40   ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku girtîgeh veguherîne qadên qutbûna ji jiyanê û got: “Li girtîgehan, rejîmeke mirinê ya bêdeng hatiye avakirin. Ev ne tenê terkexemî ye, di heman demê de stratejiyeke kuştinê ye ku bi rêya xespkirina mafê tedawiyê tê kirin.”   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam in. Astengkirina tedawiya girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyan, yek ji binpêkirinên sereke ne. Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan di 1’ê Mijdara 2024’an de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê û xwest ku hejmara girtiyên siyasî û edlî yên di navbera 24’ê Tîrmeha 2023’yan û 2024’an de jiyana xwe ji dest dane were aşkerakirin. Wezareta Dadê jî di 13’ê Adarê de bersiva pêşnûmepirsê da û got ku ji 24’ê Tîrmeha 2023’yan heta 20’ê Kanûna 2024’an hezar û 26 girtiyên edlî û siyasî jiyana xwe ji dest dane.    Newroz Uysal Aslan, têkildarî daneyên wezaretê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivî. Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku mirinên li girtîgehan êdî ne bûyerên munferît in lê veguheriye rewşeke sîstetamîk û got: “Ev rewş, nîşan dide ku girtîgeh ne tenê cihên bêparhiştina ji azadiyê ye, her wiha veguherîne qadên qutkirina ji jiyanê.”    POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ    Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku divê rewşa heyî ne bi îxmalên şexsî yan jî qelsiya îdareyê were nirxandin û ev tişt anî ziman: “Ev yek kêm dimîne. Sedema vê ew e ku îktîdarê polîtîkaya girtîgehan li ser bingeha tecrîd û îzolasyonê ava kiriye. Mafên girtiyan, weke lûtfekê yan jî weke amûra teslîmgirtinê tên bikaranîn. Vê yekê jî girtîgeh veguherandiye cihên ji mirovahiyê dûr, sar û ji mekanîzmaya venêrîn û disiplînê dûr. Ev nêzikatî, li rexekî mafê jiyana însanî ya girtiyan ji holê radike û teslîmgirtin û serîtewandinê li girtiyan ferz dike. Feraseta cihêkariyê dike, li girtîgehan ne jiyan, rejîmeke ku mirinê domdar dike afirandiye.”    'NE QELSIYA RÊVEBERIYÊ YE, BI ZANEBÛN TUNE DIKIN’    Bi domdarî Newroz Uysal Aslan got ku girtîgeh li dijî girtiyên siyasî mîna laboratuara disiplînê tên bikaranîn û wiha pê de çû: “Bi vê yekê re îktîdar ne tenê bedenê, her wiha hafize, berxwedêrî û hêviyê jî dike hedef. Rewşa derdikeve holê ne qelsiyeke rêveberiyê ye; berevajî vê, encama stratejiyeke tunekirinê ya bi zanebûn, plankirî û îdeolojîk e.”    Newroz Uysal Aslan, daxuyand ku mercên girtîgehan dibin sedem ku girtî nexweş bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mercên fîzîkî, zextên psîkolojîk, îzolasyon, nebûna hîjyenê û rewşa domdar a alozbûnê bi demê re girtiyan pir neyînî bandor dike. Lêbelê nexweş ketin tenê xeleka ewil a vê zincîrê ye. Gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û lewma nexweşiyên wan giran dibin. Yek ji sedemên sereke ya rê li ber zêdebûna mirinan vedike jî ev e. Sewqên girtiyên nexweş ên ji bo nexweşxaneyê bi keyfî tên astengkirin. Daxwaza wan a revîrê tê vehêlandin. Di dema muayeneyê de ferzkirina kelemçeyê û sepana lêgerîna nava dev a bi destê cendirmeyan tê ferzkirin, sepanên binpêkirina rûmeta mirovan e. Ev zext, bi taybet jî ji ber ku ji hêla girtiyên siyasî ve nayê qebûlkirin, mafê wan ê tedawiyê bi awayekî fiîlî ji holê tê rakirin.    Binpêkirina mahremiyeta bijîşk-nexweş, revîrên ne bihîjyen, nedayina dermanan a di demê xwe de, peydanekirina xwarin û ava paqij, tedawiyê asteng dikin. Nabe ku temamiya van sepanan tenê weke ‘binpêkirin’ bên dîtin; ev, parçeyên terîceheke polîtîk a sîstematîk e. Li girtîgehan, rejîmeke mirinê ya bêdeng hatiye avakirin. Ev ne tenê terkexemî ye, di heman demê de stratejiyeke kuştinê ye ku bi rêya xespkirina mafê tedawiyê tê kirin.”    Di berdewama axaftina xwe de Newroz Uysal Aslan da zanîn ku Fevzî Aslan ê li Girtîgeha Suluca ya Edeneyê tê ragirtin, di navbera 5’ê Tîrmeha 2024’an û 2’yê Gulana 2025’an de tam 18 caran xwestiye sewqî nexweşxaneyê were kirin lê tenê 3 caran hatiye şandin û 15 caran ji ber redkirina sepana lêgerîna nava dev nehatiye şandin. Newroz Uysal Aslan, got: “Ev yek, binpêkirina mafê jiyanê ye. Bi kurtasî, girtîgeh ne tenê cihê ragirtinê ne, her wiha cihên nexweşî lê tên afirandin, cihên tedawî lê tê astengkirin û bi aşkerayî kes lê dimirin in. Rejîmeke wiha ye. Heta ku em vê rewşê nebînin, em nikarin polîtîkaya tu girtîgehan, binpêkirinên mafên mirovan û rêjeyên mirian bi tendurist binirxînin.”    LI SER MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN LÊKOLÎN NAYÊ KIRIN    Newroz Uysal Aslan, got ku îktîdar mirin û “mirinên biguman” ên li girtîgehan lêkolîn nake û hewl dide bi gotinên weke “mirina xwezayî”, “întîhar”, “krîza dil” û têgehên razber îfade bike û van dosyayan digire. Newroz Uysal Aslan, wiha domand: “Lê em dizanin ku gelek mirin, encama binpêkirinên sîstematîk û zanebûn in. Necezakirin li vir ne tenê encamek e; her wiha veguheriye rêbazekê. Weke ku hûn jî dizanin Abdulkadîr Kuday nexweşê ALS’ê ye; tevî serlêdanên ji bo tedawiyê, tevî rewşa wî giran bû û tevî me li ser raya giştî re ewqas parve kir jî ne tedawiyeke wî ya li gorî rûmeta mirovan hate krin ne jî ji bo tedawî bibe hate berdan. Der heqê Kutay de ku dema mirov behsa kîloya wî dike jî dixitime, gotin ‘ji bo civakê xetere ye.’ Gotin, ‘cezayê wî muebbeta girankirî ye lewma çi dibe bila bibe dê di tevahiya jiyana xwe de li hundir be.’ Anku li pêş çavên civakê mirineke bi demê re hatiye vehêlandin bi civakê dan temaşekirin.”    'ER HEJMAREK DÊ BIBE MIKÛRHATINEKE ŞERM Û FIHÊTIYÊ’    Newroz Uysal Aslan, bi lêv kir ku wezaret daneyan vedişêre û ev tişt anî ziman: “Hejmar nayên aşkerakirin ji ber ku her hejmarek dê bibe lixwemikûrhatineke şerm û fihêtiya wan, dê bibe îtîrafa şirîkatiya bi vê rejîma sûc re. Ev ne tenê veşartina daneyan e; her wiha manîpulekirina rastiyê ye. Heke şefafî nebe, edalet jî nîne. Daneyên wezaretê parve kirin, navê karesat û qetlîamê ye. Her roj du kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û hêj jî ji vê re dibêjin pergala înfazkirina cezayê. Dewleta ku ji mafê jiyanê berpirsyar lê naparêze çawa dibe dewleta hiqûqê? Tişta em qala wê dikin ne hejmar e, can e. Navê vê sîstema her roj du can tên tunekirin ne pergala înfazkirinê cezayê ye, ev bi aşkerayî polîtîkaya tunekirinê ye.”    'HETA SIYASETA MIRINÊ TERK NEKIN DÊ AŞTÎ ÇÊNEBE’    Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina mirinên li girtîgehan divê girtiyên nexweş bên berdan, sepanên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên bidawîkirin, makanîzmayên venêrînê yên serbixwe bên avakirin û wiha got: “Heke li girtîgehan maf, hiqûq û jiyan tune be, li derve jî azadî nabe. Têkoşîna me ne tenê ji bo kesên li hundir e, ji bo me tevan e. Ji ber ku heke bêdengiya li hundir mezin bibe, dê wijdana li derve jî kerr bibe. Rêya ber bi aştiyê ve, li zindanan dest pê dike. Ne bêdengiyê, em mecbûr in berxwedanê mezin bikin. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û divê neyê jibîkirin ku aştî tenê bi mafê jiyanê dest pê dike. Ev mafê jiyanê biqasî fîzîkî, ewqas jî çandî, siyasî û civakî ye. Li dijî her hewldana tunehesibandin û tunekirina li dijî ziman, çand û hebûna kolektîf divê mafê jiyanê were parastin û destpêka vê jî hebûna jiyana fîzîkî ye. Lewma jî heta zindan neyên valakirin, heta dev ji siyaseta mirinê bernedin dê aştiya civakî jî çênebe.”    Newroz Uysal Aslan, da zanîn ku di demên dawî de li girtîgehan sepanên ku dikare weke provakasyonê bên pênasekirin ketine meriyetê û axaftina xw wiha qedand: “Weke mînak; li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tevî ku asta puana ‘başhaliyê’ zêde jî ye, tehliyeya girtî Ahmet Bayna 4 caran hate taloqkirin. Herî dawî lijneyê pirsa ‘Niha pêvajoyek didome,... heke PKK fesix bibe û rêxistineke mîna wê ava bibe, gelo dê tev li bibî?’ jê kirin e. Ev mînak rewşê vedibêje.”    MA / Mehmet Aslan