Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin 2025-05-23 09:05:45 ENQERE - AYM’ê hinceta astengkirina mafê hevdîtina bidîmen a girtiyên siyasî ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan pirsî. Midûriyetê jî îdia kir ku sedema binpêkirina vî mafî, kêmasiyên teknîkî yên di pergala hevdîtinên bidîmen de ye.    Girtiyên siyasî û malbatên wan demekî dirêj e ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikin. Hevdîtina bidîmen di serdema pandemiyê de zêde bû û ev sepan ji girtiyên edlî kete meriyetê lê ji bo girtiyên siyasî nayê cîbicîkirin.    Hikûmxwarê bi navê Serkan Okçu li dijî binpêkirina vî mafî ji ewil serî li girtîgehê da û piştî ku ev daxwaz hatî redkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Li ser vê yekê AYM’ê têkildarî binpêkirina vî mafî ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a girêdayî Wezareta Dadê parastin xwest.    ‘DÊ NIHA NEKARIN JÊ SÛC BIGIRIN’     Wezaretê, di 30’ê Çileya 2025’an de têkildarî mafê hevdîtina bi dîmen ji AYM’ê re nivîsek şand. Di nivîsê de bal kişand ser projeya binesaziya dijîtal a têkildarî hevdîtina bidîmen a li girtîgehan didome. Di nivîsê de hate gotin ku di çarçoveya ACEP’ê de pergalên hevdîtina bidîmen hatiye pêşxistin û wiha hate gotin: “Lê belê endamên rêxistinên terorê yan jî rêxistinên sûc niha nikarin ji vê espanê sûd bigirin.”    HINCET: XEBATA NIVÎSBARIYÊ DIDOME   Di bersivê de hate gotin ku di çarçoveya projeya ACEP’ê ku li gorî “Stratejiya Reforma Darazê” û “Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan” ketiye meriyetê, xebatên ji bo hevdîtina bidîmen a li ser telefonê li hemû girtîgehan belav bibe, didomin.    Di heman nivîsê de hate gotin ku “li gorî mewzûata têkildar”, girtiyên siyasî û endamên rêxistinên sûc ji bo ji vî mafî sûd bigirin, divê li ser UYAP’ê xebateke taybet a nivîsbariyê were kirin. Hat îdiakirin ku ev pêvajoya pêşxistina nivîsbariyê jî hêj temam nebûye.    LI TU GIRTÎGEHAN BINESAZIYA TEKNÎKÊ TEMAM NEBÛYE    Wezaretê, îdia kir ku pergala ACEP’ê heta niha li 165 girtîgehan heta astekî hatine avakirin lê binesaziya teknîkî ya ji bo girtiyên siyasî û endamên rêxistinên sûc hêj li tu girtîgehan nehatiye temamkirin.    Di nivîsê de hate gotin ku li girtîgeha serlêdêr dimîne jî tu sererastkirinên pergala taybet a koma hikûmxwaran nehatine kirin. Bi vê yekê re kêmasiyên di sererastkirinên teknîkî de, weke hinceta binpêkirina mafên girtiyan hate nîşandan.    MA / Firat Can Arslan