Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 2025-05-24 10:31:05   ŞIRNEX - Di qezaya ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê rû da de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li ser rêya navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê qezaya trafîkê pêk hat. Piştî ku ajokar kontrola dîreksiyonê ya li herêma ku tunel lê hene winda kir, wesayîta ticarî ya ji Cizîrê diçû Şirnexê ket newalê. Ekîbên tendûristî û îtfaiyeyê şandin cihê bûyerê. Ji 6 kesên di wesayîtê de 3 kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. 3 birîndar piştî mudaxaleyên destpêkê rakirin nexweşxaneyê.