Girtiyê 30 salî Kar hat berdan 2025-06-06 15:55:28   ŞIRNEX - Ekrem Kar, piştî 30 salan girtî ma serbest hat berdan.    Ekrem Kar ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê dihat ragirtin, piştî 30 salan serbest hat berdan. Malbat û hezkiriyên wî li ber girtîgehê bi coş ew pêşwazî kirin. Kar piştre tevî malbata xwe ber bi Şirnexê ve bi rê ket.   Kar di sala 1994'an de li Agiriyê hat binçavkirin, piştî derxistin pêşberî dadgehê ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve hat girtin. Di encama darizandinê de Kar bi cezayê muebbetê hat cezakirin û 30 sal in li Şirnex, Erzîrom, Agirî û Amedê di girtîgehan de tê ragirtin.