Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin 2025-06-09 09:22:38 ÎZMÎR - Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar 1 a Îzmîrê Hamdî Çalik, bal kişand li ser zarokên ku di MESEM’ê de tene xebitandin û diyar kir ku keda zarokan tê xwarin û bila navendên van deran bêgirtin.   Rêxistina Xebatê ya Nevneteweyî (ILO) di sala 2002’yan de ji bo balê bikişîne ser xebitandina zarokan, 12’ê Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan" ragihand. Li gorî lêkolînan, li seranserî cîhanê di sala 2020’an de hejmara zarokên tên xebitandin gihîştiye 160 mîlyonî. Li Tirkiyeyê hejmara zarokan ji sedî 25’ê nifûsê ye û li dijî xebitandina zarokan tu baldariyek nîne.    Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di 2004’an de hejmara zarokên xebatkar gihîşt 869 hezaran. Ev hejmar di 2021’ê de weke 530 hezar, di 2022’yê de 619 hezar û di sala 2023’yê de jî weke 853 hezar hatiye tomarkirin. Li gorî rapora meha Sibatê ya Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di salên 2013-2024’an de herî kêm 742 zarok di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024’an de 71 zarokên xebatkar jiyana xwe ji dest dane.    ‘LI MESEM’Ê CÎNAYETA ZAROKAN’   Cihê herî xeter li ser dahatû û jiyana zarokan yek jê Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) ne ku di 2016’an de hatine vekirin. Ji ber negirtina tevdîran û mercên xirab ên xebatê, li MESEM’ê di sala 2023’an de herî kêm 53, di sala 2024’an de herî kêm 71 zarok bûne qurbaniyên cînayetên kar.     Serokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Îzmîrê Hamdî Çalik têkildarî xebitandina zarokan a li MESEM’ê axivî.    ‘KEDA ERZAN’   Çalik, diyar kir ku xebitandina zarokan hem li Tirkiyeyê hem jî di qaa navneteweyî de qedexe ye û Wezareta Perwerdehiyê ji şirîkê sûcê MESEM’ê ye. Çalik, diyar kir ku MESEM êdî ne şêwaza perwerde û fêrkirinê ye û got: "Zarokan weke keda erzan dibînin. Malbat jî ber ber şertên xirab ên aboriyê zarokên xwe radestî vê keda erzan dikin. Transfera pere heye. Dema kesên sermayedar di MESEM’ê de li gorî hejmarekê diyar kursiyer peyda bikin, dewlet teşwîqê dide wan. Hinek şîrketên biçûk, ji bo pere ji dewletê wergirin bi hewayeke sixte MESEM damezirandin û ji wezaretê re radigihandin pereyê teşwîqê wergirtin. Ji ber vê yekê, li ser xebata zarokan ji budçeya cemawerî sermaye tê tranferkirin.”   ‘BILA MESEM BÊN GIRTIN’   Çalik, daxuyand ku her roj serlêdanên ji bo MESEM’ê zêde dibin û wiha axivî: “Em dibîhîzin ku li hinek deveran bereqe têne çêkirin û polên MESEM’ê tên avakirin. Ji bo çi ewqas serlêdan hene? Ji pola xwendekarên pola 11’emîn û yên pola 12’emîn, ji sê parên kêmtirîn mûçeyê parek tê dayin. Xizanî ewqas zêde bûye ku malbat ji neçarî êdî zarokên xwe dişînin nava karên bi xeter. Xelk bêçare hatiye hiştin. Ji temenê biçûk dest pê dikin, bi hinceta ‘Em perwerdehiya pîşeyî didin’, ‘Em zarokan perwerde dikin’ der dikevin holê. Lê ev wiha nabe. Ger ev pêvajoya perwerdehiyê be, divê ev perwerde ji wijdana patronan re neyê hiştin. Ger perwerde be bila di bin çavdêriya wezaretê de be. Lê wiha nabe li cihê ku zarok bi însafa patronan dimînin jiyana xwe ji dest didin. Ji bo tevdîran li hemberî mirin û neheqiyan divê MESEM bêne girtin. Belê, perwerde dibe lê bi vê şêwazî nabe. Li van navendên ku zarok lê têne xebitandin ji ber nebûna tevdîran di salên dawîn de mirina zarokan zêde bûye.”    ‘ZAROK TÊN ÎSTÎSMARKIRIN’   Çalik, destnîşan kir ku encamên polîtîkaya zarokan a Tirkiyeyê ji bo zarokan encamên xirab bi xwe re tîne û axaftina xwe wiha qedand: "Ger birêvebirên dewletê girîngiyê bidin zarokan dê li gorî wê perwerdehiyê amade bikin. MESEM ne zanistî ye, saziyek e laşên zarokan bi keda erzan ve îstîsmar dike ye.Li hemberî vê, pêdivî bi mutabeqateke berfireh heye. Divê rewş ji malbatan re bê ravekirin. Hem bi hawayeke hiqûqî û hem jî bi fîilî divê em li hemberî vê yekê têbikoşin. Lewra MESEM di rastiyê de ne şêwazeke perwerdehiyê ye. Em hewl didin da ku zarok di rewş û cihên paqij, bi ruh û laşê azad ve perwerde bibe.”     MA / Ûgûrcan Boztaş