Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket 2025-06-14 16:01:08   RIHA – Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, li navçeya Pirsûsê bi merasîmeke hatin bibîr anîn.   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan bibîranîn. Merasîma ku li avahiya DEM Partî ya Pirsûsê li dar ket, gelek welatî beşdar bûn. Di bibîranînê de diruşmeyên “Şehid namirin”, “Bijî Serok Apo” berz bûn û di salona merasîmê de wêneyên Altûn û Kaytan hatin daliqandin. Di merasîmê de sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin û sînevizyona der barê têkoşîna Altûn û Kaytan hate nîşandan.    ‘EM Ê GIRÊDAYÎ TÊKOŞÎNA WAN BIN’   Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Berîvan Kocaoglû, helbesta Alî Haydar a “Ez mirov bûm" xwend. Dayika Aştiyê Fatma Akbaş, cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got: “Em ê tu car wan ji bîr nekin.” Dayika Aştiyê Makbûle Yavûzer jî got: “Em ê girêdayî têkoşîna wan bin.”