Li Sêweregê di 10 mehan de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin 2025-09-19 10:20:40 RIHA - Li Sêweregê di nava 10 mehên dawî de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin. Zêdebûna bûyerên întîharê di nava gel de rê li ber fikaran vekiriye û malbat dixwazin tevdîr bên girtin.    Li navçeya Sêweregê ya Rihayê mirinên bi guman ên di bin navê “întîharê” de diqewimin, êdî gihiştin astekî fikaredar. Ji ber sedemên weke zextên civakî, siyasî, bêkarî û fikarên pêşerojê di nava 10 mehên dawî de yê/ya herî biçûk 14 salî bi giştî 11 zarok û ciwan ber bi xwekuştinê ve bir. Li gorî bûyerên li ser çapemeniyê hatine weşandin; Sevda Bal (19) a li gundê Akyurtê yê Qerejdaxê dijiya, di 14’ê Mijdara 2024’an de neçarî întîharê hate kirin. Mehek piştre, di 11’ê Kanûna 2024’ê de jî Ramazan Îlgîn ê 20 salî li heman herêmê li gundê Metkê xwe kuşt. Di heman rojê de cenazeyê Mehmet Y. ê 21 salî jî li nêzî gundê Hadroyê li rex Çemê Firatê hate dîtin. Di heman rojê de li navenda navçeyê jî ciwanekî 20 salî bi çekê hewl da xwe bikuje û bi giranî birîndar bû. Di 12’ê Kanûna 2024’an de jî hate îdiakirin ku ciwanekî 21 salî ku navê wî nehat zanîn, neçarî întîharê hate kirin. Nêzî 2 meh piştre di 14’ê Çileya 2025’ê de pismamê Ramazan Îlgîn ê xwe kuştî Melîk Îlgîn neçarî întîharê hate kirin. di 3’yê Sibata 2024’ê de li gundê Atmacayê ciwanê bi navê M.B. xwe kuşt. Di 5’ê Nîsana 2025’ê de ciwanê 20 salî Erkan Bucak, li ser gora dayika xwe ya demek berê jiyana xwe ji dest dabû, xwe kuşt. Hat îdiakirin ku di 30’ê Gulanê de Zîlan Çakmak a 20 salî xwe kuştiye. Hat îdiakirin ku di 4’ê Îlonê de li gundê Hamîdiyeyê Y.G. a 16 salî û di 8’ê Îlonê de jî Mûstafa B. ê 14 salî li gundê Bayirozuyê xwe kuştiye.    Xelkê herêmê li dijî van daneyên fikaredar, ketine nava hewldanan. Welatiyên gundê Metkê û gund û mezrayên derdorê, piştî xwekuştina 3 ciwanan li hev civiyan û ji bo pêşîlêgirtinê şêwirîn.    ÎDIAYA JI HEMAN MALBATÊ 3 CIWANAN ÎNTÎHAR KIRINE     Alî Çakmak ku hat îdiakirin xwarziya wî Zîlan Çakmakê li gundê Metkê întîhar kiriye, da zanîn ku Ramazan û Melîk Îlgîn ên ji heman gundî û întîhar kirin jî xizmên wan in. Çakmak, da zanîn ku di nava heman salê de xizmekî wan ê din jî li Amedê întîhar kiriye û got: “Heta vê sala dawî jî di malbata me de heta niha tu kesekî întîhar nekiribû. Di nava salekê de ji heman malbatê 3 xizmên me xwe kuştin.”    BANGA HESTIYARIYÊ KIR     Çakmak, diyar kir ku xwarziya wî Zîlan jineke gelek keyfxweş bû lê dîsa jî neçarî întîharê hatiye kirin û xwarziya wî ji întîharên Ramazan û Melîk Îlgîn gelek bandor bûe. Çakmak, got: “Ji bo ev întîhar êdî bisekinin, em têdikoşin. Me rûspiyên malbatê û bi gundên derdorê re civîn li dar xist û li rêyên çareseriyê geriyan. Li herêma Qerejdaxê bûyerên întîharê zêde ne û qismekî wan di çapemeniyê de tên dayin. Di nava sala dawî de yên ku bihîstin dora 15 kesan tenê li gundên me û herêma em jê re dibêjin herêma Tirkmenan întîhar kirine. Weke mînak, bi qasî min bihîstiye, li gundê Çixirgê û mezrayên nêzî wê dora 8 kesan întîhar kirine. Ji niviyê zêdetirî van jî ciwan in. Divê em bi hev re li dijî vê bisekinin. Ev mijar tenê me eleqedar nake.”    MA / Ceylan Şahînlî