Prof. Bromberger: 'Jin, jiyan azadî' serhildana li dijî pergala patriyarkal e 2025-09-19 12:06:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Christian Bromberger, diyar kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî", li dijî pergala partiyarkal ku dixwaze serdestiyê li azadiya jinê û bedena wê bike, serhildanek e.    Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, di sala 2022’yan de bi hinceta ku “Li gorî qaîdeyên nixûmandina porê tevnegeriyaye” ji hêla “polîsên exlaqê” ve hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Jîna Emîniyê, li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî dest pê kirin. Ev protesto, di demekî kin de veguherîn berxwedaneke kûrewî ya li dijî tehekûma tê xwestin li ser bedena jinan were avakirin. Di dema protestoyên Jîna Emînî de yek ji dirûşma herî zêde hate berzkirin, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû. Ev dirûşma ku nîşaneyeke paradîgmaya azadiya jinan a PKK’ê û Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan e, bû semboleke berxwedana jinên li seranserê cîhanê. Bi ser qetilkirina Jîna Emînî de sê sal derbas bûn, lê belê ne hêrsa jinan bi dawî bû ne jî polîtîkayên ku pergala baviksalarî yên dixwaze li ser laşê jinan pêş bixe, bi dawî bûn.   Antropologê Fransiz Prof. Christian Bromberger ku bi xebatên xwe yên akademîk ên li ser pora jinan di asta cîhanê de tê naskirin, têkildarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” pirsên ANF’ê bersivand. Prof. Christian Bromberger ê ku li Zanîngeha Aix-Marseilleyê jî dixebite, bi bîr xist ku rejîma Îranê pora jinan weke hêmaneke cazîbeyê qebûl dike û ev yek anîn ziman: “Ji ber vê yekê ji aliyê rejîmê ve xuyakirina pora jinan hatiye qedexekirin; ji ber ku li gorî vê rejîmê xuyakirina pora jinan ji bo mêran weke rakêşariyê tê dîtin. Lê belê di Quranê de ayeteke têkildarî qedexeya vekirîhiştina pora jinan tune ye. A rastî ev qaîde ji dîrokê hatiye, rasterast têkildarî Qur’anê nîne.’’   ‘PIŞTRE LI OLAN HATIYE ZÊDEKIRIN’   Prof. Christian Bromberger bi bîr xist ku weke dîrokî niximandina pora jinan li gorî olan cuda bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Dema em li Xiristiyaniyê dinêrin, em dibînin ji ji sedsaka 14’an û pê ve di teswîrên Meryemê de pora wê vekirî ye. Dîsa jî kevneşopî, bi armanca parastina jinan ya ji êrîşên mêran e. Di Cihûtiyê de jî piştî sedsala 18’an hin jinên zewicandî pora xwe bi temamî jê dikin û perûk dane serê xwe. Ev yek, semboleke pir bihêz a statûya jinan a di wê olê de ye. Di Îslamiyetê de jî bi heman awayî têkildarî vekirîhiştina pora jinan ayeteke Qur’anê tune ye. Ez yek, zêdetir weke kevneşopiyeke ‘çandî’ xwe nîşan daye; jin ji bo ku pora wan weke hêmaneke rakêşariyê tê qebûlkirin, xwe dinixumînin.’’   ‘ENCAMEKE PERGALA BAVIKSALARIYÊ YE’   Bi domdarî Bromberger da zanîn ku niximandina pora jinan bi temamî weke encameke pergala baviksalarî ye û got: “Bes ne li welatên Misilman, li seranserê cîhanê heman feraset heye lê belê di nava civakên Misilman de ev yek xwe zêdetir nîşan dide. Bo nimûne, li gelek deveran fikra ku dema jin îbadetê dikin divê xwe binixumînin, heye. Armanca vê yekê ya sereke, nîşandana teslîmbûna ji Xwedê re ye.  Xweda, tim weke zilamekî birî tê temsîlkirin; ev jî hêza xwe ya esmanî û mezinahiya xwe weke zilamekî li ser jinan nîşan dide. Di dîrokê de fikra ku mêr, jinan weke hevrikekê dibînin û dixwazin bibin xwediyên wan tim serwer e. Ji ber vê yekê, niximandina jinan, nîşaneyeke kontrolkirina jinan e. Ev feraseta ku roja îroyîn li gelek deveran berdewam dike û veguheriye polîtîkayeke dewletê, encameke mekanîzmaya çavdêriyê ya pergala baviksalarî ye ku dixwaze li ser laşê jinan û azadiya wan pêk bîne.’’   ‘SEMBOLA SERHILDANÊ YA LI DIJÎ DESTHILATDARIYAN’   Prof. Chiristian Bromberger da zanîn ku weke dîrokî pora jinan li dijî rejîm û desthilatdariyan weke semboleke serhildanê ye û got: “Erê, weke dîrokî li hemberî vê mekanîzmaya çavdêriyê ya li ser porê, serhildanek e. Di roja îroyîn de em mînakên redkirina serîtewandina li hemberî mîta cazîbeya jinan a li ser porê tê ferzkirin, dibînin. Ev serhildaneke li hemberî hewla mele û keşîşan ya kontrolkirina bekaret û azadiya jinan e. Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin lidarxistin û yên roja îroyîn jî berdewam dikin, nîşaneyeke vê yekê ye. Şerpa, li ser jinan tim weke amûreke zextê hate bikaranîn. Ev yek bes ne li Îranê, li deverên cuda û bi awayên cuda encameke feraseta pergala baviksalariyê ye ku dixwaze li ser jinan pêk bîne. Li welatên Misilman ev yek hinekî zêdetir e. Mînaka Tirkiyeyê hinekî cuda ye. Weke ku em ji Erdogan û derdora wî dibînin, şerpa û niximandina jinan jinû ve tê teşwîqkirin û ev yek ji aliyê otorîteya olî ve tê ferzkirin jî.’’   ‘JIN JIYAN AZADÎ VEGUHERÎ SEMBOLA BERXWEDANÊ’   Prof. Christian Bromberger di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gorî civakên Misilman di demên dawîn de ev rewş di nava civaka Kurdan de cuda ye û got: ‘’Têkoşîna jinên Kurd a demdirêj, bû wesîleya rûdana geşedanên mezin. Di nava civaka Kurdan de jinên şervan ên hem li Îranê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li dijî rejîmên din şer dikin hene. Ev têkoşîn, di heman demê de di nava xwe de têkoşîna nasnameya xwe jî dihewîne. Tevî vê yekê jî di nava civaka Kurdan de şerpa û niximandina porê hê jî hene. Li vir jî pora jinan, ji aliyê mêran ve weke semboleke bihêz ya rakêşariyê tê dîtin. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’’ li hemberî nixumandida pora jinan û ferzkirina şerpayê bû sembol û dirûşmeya berxwedan û serhildanê.”