ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-24 09:00:42 * Berdevkê META-DER'ê Muhammet Aslan destnîşan kir ku di demên dawî de êriş û hewldanên "sîxurtiyê" yên li hemberî endamên komeleyê çêbûn û got ku kesên ku xwe wekî polîs didin naskirin telefonî endamên komeleyê dikin û dibêjin "Hûn jî dikarin bibin Yeşîl."    * DAD, amadekariya ku li navçeya Gimgim a Mûşê şaxekê veke dike. Alî Asker Bîngol ku wekî hevberdevkê şaxê hatiye diyarkirin, got ku ew ê li Gimgimê ji bo têkoşîna li dijî asîmîlasyon û înkarê xeta têkoşînê ava bikin.    * Înfaza nivîskar Rizgar Tûrhan ji ber pirtûkên wî yên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê", 3 mehan hat taloqkirin.   * Cîgirê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Şoreş Didêrî ku bal kişand ser zextên zêde yên Iraq, Tirkiye û PDK'ê li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê, diyar kir ku kamp bi komployeke nû re rû bi rû ye û banga xwedîderketina li kampê li her kesî kir.   * Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çîgdem Ertakê anî ziman ku li Tirkiyeyê îxtîmala jiyaneke wekhev û adil heye û got: "Ji ber vê yekê, dibe ku yek ji gavên herî bingehîn di vî warî de misogerkirina mafê hêviyê be."   * Derket holê ku Şîrketa DÎMÎN'ê li gundê Mizakê yê Licê, tevî hişyariya ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku got "Ji ber ku ger ev qada ji bo xebatên madenê yên koma 4'em bê vekirin dê rê li ber qirêjkirina avê veke, li gor saziya me ne guncav e" jî, dest bi xebatên lêgerîna madenê kiriye.    * Dayikên Aştiyê yên Êlih ên ku li Bestayê beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî qirkirina ekolojiyê bûn, gotin: "Diviyabû heta qirkirina daran dihat rawestandin em li wir mabûyan."     * Mûstafa Yavûz ku di salvegera mirina hevalê xwe Riza Altûn yê di kongreya PKK'ê de wekî sembola "Hevrêyê Azadiyê" hatibû binavkirin de axivî, got: "Ew pêşengê berxwedanan bû. Hem ji hêla pratîkî ve hem jî ji hêla îdeolojîk ve hevalekî jêhatî bû."   * Danişîna ewil a Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji ber axaftineke di sala 2016'an hatibû vekirin, dê li 18'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê were lidarxistin. (09.00)   * Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 12'an de li saziyên fikrî guhdarî bike. (11.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê t3ekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyaniyê bide.  (13.00) ZINDÎ