Piştî 32 salan karî cihê gorên PKK’iyan nîşan bide: Li pey xwe berxwedan hiştin 2025-09-24 12:46:29 MÊRDÎN - Di sala 1993’yan de li Dêrikê di pevçûnekê de 5 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Tekane kesê cihê gorên wan dizanî, Cebraîl Vural bû. Vural ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, tevî malbatên PKK’iyan çû serdana goran.  Di 24’ê Kanûna 1993’yan de li herêma Newalka Mazî yan jî weke Newala Şewlên Fitnê tê zanîn a li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di navbera PKK’iyan û leşker û cerdevanan de pevçûn derket. Di pevçûnê de PKK’iyên bi navên Ridvan Ortaç (Egîd), Mehmet Koyuncu (Sînan), Fîkrî Îlhan (Mervan), Abdullah Saltan (Zindan) û Ayhan Şengel (Tîrêj) jiyana xwe ji dest dan. Leşker û cerdevanan di êrişê de çekên lavê bi kar anîn lewma cenazeyên PKK’iyan texrîb bûn û parçe parçe bûn. Hem ji ber vê rewşê hem jî ji ber ku cihê pevçûnê cihekî asê bû, cenaze li wir hatin hiştin. Koma PKK’ê ya ji pevçûnê rizgar bû, piştre cenaze defin kir. Bi salan malbatên PKK’iyan tu agahî ji cihên gorên wan negirtin.    Cebraîl Vural ku di nava koma PKK’î de cih digirt û di 16’ê Adara 1994’an de bi birîndarî hatibû girtin, di sala 2013’an de ji malbatan re faksek şand û bi vî awayî cihên goran jî hat zanîn.    Lê ji ber ku herêm cihekî asê bû, xizmên PKK’iyan nekarîn biçin cihên gorên wan. Vural, piştî 30 salan di 26’ê Adara 2024’an de hate berdan. Vural, tevî xizmên endamê PKK’ê Abdullah Saltan çû serdana gorên 5 kesan û herêma bûyer lê qewimî. Cenaze, li cihê herî bilind ê newalê bûn. Vural, yek bi yek navên PKK’iyan got û cihê gorên wan nîşan da.    Vural û malbata Saltan cihê goran sererast kirin û ji bo parçeyeke aydê kesên jiyana xwe ji dest dane bibînin, li herêmê keşf kirin. Di têketina şikeftê de ku îro jê re dibêjin “Şikefta Şehîdan”, nivîsa “PKK” û alaya PKK’ê hatiye xêzkirin. Di şikeftê de parçeyên cilan û hestiyên ku tê texmînkirin ên 5 PKK’iyan e hatin dîtin. Her wiha di hundirê şikeftê de bîrdariyeke ji keviran hatiye çêkirin heye. Li jora şikeftê jî nivîsa bi Kurdî ya “Bijî Kurd, Serok. Di sala 1993’yan de li vê derê 5 heval şehîd bûn”, nivîsa bi Tirkî ya “Guhdar bike welatê min ê hêja (Dinle sevgili Ülkem)” û alayên PKK’ê hatine xêzkirin. Li her devera herêmê şopên PKK’ê hene.    ZÊMARA PIŞTÎ 32 SALAN     Xwişk û birayên Abdullah Saltan, piştî 32 salan cara ewil hatin ser gora birayê xwe. Li ser gorê zêmara “Ez bi qurbana birayê xwe bim, birayê min. Ax birayê min ka mala te birayê min. Tu di bin wan keviran de yî birayê min. Ev çend sal in tu di bin wan keviran de yî birayê min” gotin.    Xezal Saltan Zîncîrkiran ku piştî 32 salan hate serdana gora birayê xwe, got: “Dilê me her tim bi wî re bû. Em her tim li hestiyên wî geriyan. Em niha li ser gora wî ne. Me cihê wî dît. Em keyfxweş in. Xwezî me bikariya cenazeyê wî bibin. Lê îro bi hatina vir jî em gelek keyfxweş in. Heta ku em sax bin dê şehîdên me tu caran ji dilê me dernekevin. Ev 32 sal bûn em bi vê hesretê dijiyan. Şikûr ku me cihê wî dît. Beriya dîtina vê rojê me nedixwest bimirin. Em îro hatin vê derê, êdî mirin emrê Xwedê ye. Êşa 5 şehîdan di dilê me de ye. Me hestiyên birayê xwe nedît lê cihê definkirina wî dît.”    ‘LI PEY XWE MÎRASA BERXWEDANÊ HIŞTIN’     Cebraîl Vural ku piştî 32 salan hate serdana herêmê jî hem herêm hem jî taybetiyên wê vegot û ev tişt anî ziman: “Cihên 5 heval lê hatine definkirin ev der e. Ji bo ku jê re bibêjin ‘me hûn ji bîr nekirine’ em hatin vê derê. Her çend dereng jî be ez hatim. 32 sal berê di sersibeha 24’ê Kanûnê di vê şikeftê de lehengiyek hate kirin. Di vî şerî de 5 leheng, 5 pêşeng şehîd bûn. Ev heval tevek jî pêşeng bûn. Leheng bûn. Ji bo gelê xwe, ji bo xak, ziman, çand, bawerî, Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Ji bo me mîrasa berxwedanê, lehengiyê hiştin. Me ew ji bîr nekirine. Em îro tevî malbatên Abdullah Saltan û Zindan hatin vê derê. Bi hatine vê derê em hem xemgîn hem jî keyfxweş in. Di tevahiya dîrokê de êş û xweşiyên Kurdan bi hev re bûne. Îro jî wisa bû. Welatê me parçe bûye, zêhna me, ziman, çand, bawerî, aborî parçe bûne, em tevek parçe bûne. Îro bi saya têkoşîna azadiyê em dibin yek. Bi saya hevalên me yên leheng em îro dîsa dibin yek.”    Vural, bang li hevalên xwe kir û got: “Îro êdî dîplomasiya me heye, artêşa me heye, ji bo vî gelî çi tişt pêwîst bike, ew tevek hene. Bi saya wan û bi hezaran hevalên leheng me îro ev serkeftin bi dest xist.”    MIZGÎNIYA SERKEFTINÊ DA HEVALÊN XWE    Vural, da zanîn ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re ruhê kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane şad e û wiha bang li hevalên xwe kir: “Piştî van bedelên heta niha hatine dayin û êşên hatine kişandin, êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê bikeve nava pratîkê. Ev pêvajo ji bo vê ye. Ev pêvajo dê bimeşe û bi ser keve. Xelkê me pirsa ‘evqas bedel ji bo çi hate dayin’ dike. Em jî dibêjin me ji bo aştiyê şer kir. Ji bo şerê heyî ji holê rakin me şer kir. Ev pêvajo, bi saya van bedelan e û ev bedel ji bo pêşeroja vî gelî ye. Em ji her demê bêhtir bihêz in. Serkeftina me jî ji her demê bêhtir nêz e. Em hatin fînalê. Bila ev mizgîniya min be. Bila mizgîniya ji gelê re me be. Em bi ser ketin.”    MA / Ahmet Kanbal