Rêxistinên ekolojiyê dê ‘aştiya bi xwezayê re’ pêşkeşî komîsyonê bikin 2025-09-24 14:02:52   ENQERE - Rêxistinên ekolojiyê, ji bo bi zirara di nava 50 salên şer de gihiştiye xwezayê re hevrûbûnek çêbibe, raporek amade kir. Rêxistinan, ji bo rapora wan pêşkeşî komîsyona li meclisê were kirin, radestî Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin kir.    Rêxistinên ekolojiyê, têkildarî zirara di 50 salên şer de gihiştiye xwezayê, “Rapora Aştiya bi Xwezayê re” amade kir. Armanca raporê ew e ku bi vê texrîbatê re hevrûbûnek çêbibe. Rêxistinan ji bo ku ev rapor pêşkeşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê were kirin, radestî Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin kirin. Rapor, ji hêla 86 rêxistinên ekolojiyê ve hatiye amadekirin. Rêxistinên ekolojiyê, piştî radestkirina raporê, li Navenda Giştî ya Tarim Orkam-Sen’ê daxuyanî dan. Atkîvîsta Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ecehan Balta diyar kir ku pêvajo derbasî astekî nû bûye û got: “Li gorî me divê ev pêvajo, aştiya bi xwezayê re jî bigire nav xwe. Heta ku xweza weke kirdeyê daxilî pêvajoyê neyê kirin, mimkûn nîne qala aştiyeke mayinde û adilane were kirin.”    Bi domdarî Ecehan Baltayê anî ziman ku rapor; wêraniyên ekolojîk ên di dema valakirina gundan de, bi bendavên ewlehiyê, bi şewatên daristanan, bi herêmên qedexe, texrîbata ekosîstemê û qutkirina jinan a ji xwezayê hatine jiyîn qeyd kiriye. Ecehan Baltayê got: “Em dibêjin ku divê ne tenê çek bên bêdengkirin, her wiha divê mafên ax, daristan, çem, şêweyên jiyana çandî û mafên nifşên pêşerojê jî bên parastin.”    Ecehan Baltayê daxwazên xwe jî rêz kir û xwest xweza weke kirdeyekê were naskirin, komîsyonên heqîqetê yên ekolojîk bên avakirin, envantera zirara ekolojîk were derxistin, sazî û şîrketên rê li ber hilweşînê vedikin hesabê bidin û piştî aştiyê jî xweza dîsa were vekirin.    Parêzer Mehmet Horuş jî got ku fikara wan a herî mezin ew e ku pêvajo ji hêla derdorên sermaye û şîrketan ve weke firsendek were bikaranîn û bal kişand ser komeqanûna dawî. Horuş, got ku heta bi xwezayê re aştî neyê kirin dê aştiyeke mayinde jî çênebe.