Di doza Durdu de daxwaza raporan hate kirin 2025-09-25 13:31:34   WAN - Di danişîna doza Seyîthan Durdu de ku li çolterê gundê Avzêrkê yê navçeya Seravê bi gulebarana leşkeran hatibû kuştin, dadgehê xwest rapor bên şandin.    Welatiyê bi navê Seyîthan Durdu (40), li çolterê gundê Avzêrkê yê navçeya Seravê ya Wanê di encama gulebarana leşkeran de hatibû kuştin. Danişîna duyemîn a kuştina Durdu, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Hevjîna Durdu, parêzerê wî, parêzerên Buroya Wanê û parêzerên bersûcan tev li danişînê bûn. Leşkerên bersûc tev li danişînê nebûn. Parêzerê Durdu, Ozal Bedîr di danişînê de diyar kir ku krokiyên cihê bûyerê xelet hatine amadekirin û xwest rapor jinûve û ji hêla pisporan ve bê amadekirin.    Bedîr, anî ziman ku ew rapora ji hêla leşkeran ve hatiye amadekirin û cihê bûyerê tespît dike ka dikeve herêma leşkerî yan na qebûl nakin. Bedîr got ku bûyera qewimî bi rapora cendirmeyan hatiye guherandin. Bedîr, diyar kir ku qeydên kameraya termalê hêj ji dosyayê re nehatine şandin û xwest ev qeyd bên şandin.    Parêzerên bersûcan jî îdia kirin ku krokî û qeyd di vê astê de bandorê li dosyayê nakin û xwestin şertê kontrola edlî ya miwekîlên wan bê betalkirin.    Dadgehê, biryar da ku xisûsên kêm ên krokiya cihê bûyerê bên temamkirin, agahî ji dadgehê re bên şandin ka qeydên kamerayan hene yan na û xwest raporên din jî ji dadgehê re bên şandin. Danişîna dozê taloqî 21’ê Mijdarê hate kirin.