Endamê komîsyonê Çîçek: Muxatab Ocalan e û divê lê were guhdarîkirin 2025-09-26 11:02:06   ENQERE - Endamê komîsyonê yê DEM Partiyî Cengîz Çîçek, got: “Nûnerên pergalê heke bi rastî jî bixweza vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane, hiqûqî û siyasî çareser bikin, navnîşana wê Îmrali ye.”    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, civîna xwe ya 12’an li dar xist. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civînê de got ku xebatên wan ber bi dawiyê ve tên û got: “Ji bo amadekirina rapora komîsyonê û ji bo xebatên têkildarî sererastkirinên yasayî, em derbasî serdemeke nû dibin.” Li hêla din hêj jî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku raya giştî weke sermizakerevan dibîne, nehatiye guhdarîkirin.    Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê komîsyonê Cengîz Çîçek têkildarî xebatên komîsyonê axivî.    Çîçek, diyar kir ku encama herî şênber a ji nirxandinên di komîsyonê de derketî ew e ku divê bi navê pirsgirêkê lê were bangkirin. Çîçek, destnîşan kir ku navê pirsgirêka Kurd pirsgirêka Kurd e û got: “Hedefa sereke ya îro jî ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêbaza diyalog û mizakereyan ji zemîna şer were dûrxistin û derbasî zemîna hiqûqî û siyasî were kirin. Dema mirov mesele bi xwe û hedefa esasî ya pêvajoyê bi vî awayî şênber kir, hêmaya sereke ya ku divê hemû derdor qebûl bikin ev e; di çareseriya meseleya Kurd de muxatabê sereke birêz Ocalan e. Dibe ku hin kes bibêjin ‘Ocalan û tevgera wî ne nûnerên hemû Kurdan e.’ Belê, mîna hemû gelan di nav Kurdan de jî kesên xwedî nêrînên siyasî yên cuda hene. Ev tiştekî pir xwezayî ye. Lê ev heqîqet jî heye; Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd pirsgirêka Kurd di qada siyasî û civakî de şênber kir û hebûna vê dan qebûlkirin. Ocalan û tevger kirdeyên vê têkoşîna dîrokî ne. Ji vî alî ve, birêz Ocalan aktorê sereke yê hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd e.”    ‘RANTXWIRIYA SIYASÎ’   Bi domdarî Çîçek anî ziman ku yek ji mijara din a girîng jî pozîsyona siyasî ya Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: “Dibe ku birêz Ocalan tekane nûnerê hemû nêrînên siyasî yên gelê Kurd be, lêbelê di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab û aktorê sereke ye. Pirsgirêka Kurd, bi têkoşîna Ocalan û tevgera rêbertiya wê dike hate qebûlkirin. Û piştî destkeftina qebûlkirina hebûnê jî niha di nava lêgerîna çareseriyeke demokratîk, aştiyane û civakî de ye. Wê demê, ji bo cîbicîkirina pêvajoya bêpevçûnî ya di vê pêvajoya em jê re dibêjin Aştî û Civaka Demokratîk de û ji bo jiholêrakirina sedemên bingehîn ên pirsgirêka Kurd, tiştekî pir xwezayî ye ku komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike. Li gel vê, ji agirbesta 93’yan heta niha tekane aktorê tecrûbeyên hewldanên aştiyê jî birêz Ocalan e. Heta nîqaşa li ser gelo li birêz Ocalan were guhdarîkirin an na jî îfadeya cahiltiyeke polîtîk e yan jî rantxwiriya siyasî ye.”     ‘DÊ BIBE SEDSALA MEZOPOTAMYAYÊ’   Di berdewamê de Çîçek destnîşan kir ku heke nûnerên pergalê bi rastî jî bixwazin pirsgirêkê bi rêbazên aştiyane, hiqûqî û siyasî çareser bikin, navnîşan Îmrali ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Reva ji Îmraliyê reva ji çareseriyê ye. Ev yek, israra di pratîkên berê de ye. Ev pirsgirêk, 102 sal in didome û heta ku li ser bingeha wekhevî û edaletê neyê çareserkirin dê komar jî demokratîk nebe. Saziya siyasetê yan dê vê firsenda dîrokî rast bi kar bîne û meseleyê çareser bike yan jî dê bibe aktora neçarseriyê. Hemû hewldana me, ji bo wê ye ku siyaset bibe muxatabê çareseriyê. Heke em bikarin bi ser kevin, dê ev sedsal bibe sedsala Anatoliya û Mezopotamyayê.”    ‘HER DUBARE HEMASET E’    Çîçek, got ku her dubare hemaset e û axaftina xwe wiha qedand: “Madem em li pey hedefên nû ne, wê demê divê hemû partiyên siyasî û derdorên din zimanê xwe nû bikin, nêzikatî, rê û rêbazên xwe nû bikin. Komara olîgarşîk a berê bi me tvan da windakirin. Dê komara demokratîk jî bi me tevan bide qezenckirin. Kesên biryara xwe ji bo komara demokratîk dane, divê li birêz Ocalan ê li dijî komara olîgarşîk derdikeve guhdarî bike. Aştiyeke mayinde û çareseriyeke rast, bi tevlikirina hemû tecrûbeyan a di tûrê komara demokratîk re dibe. Barê me giran e û ev rê dê bi îrade û seknekî xurt biencam bibe.”    MA / Omer Gungor