Kurtulmuş: Hevdîtina bi Ocalan re hêj nehatiye rojeva komîsyonê 2025-09-26 13:48:54 ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala Qanûndanînê ya 3’yemîn a Serdema 28’an a Meclisê de pirsa rojnamegeran a “Gelo dê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike?” bersivand û got: “Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê.”    Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala Qanûndanînê ya 3’yemîn a Serdema 28’an a Meclisê de axivî. Kurtulmuş, bal kişand ser agahiyê rêxistinên civaka sivîl li Meclisê kirin û hêvî kir ku ev nirxandin li derveyî meclisê jî bidomin. Kurtulmuş, got: “Pêvajoyeke hesas didome lê di heman demê de divê em destê xwe lez bigirin. Şert û mercên herêmê û hevsengiyên herêmê pir zû diguherin û lewma divê Tirkiye vê pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê bi lez û bez biencam bike. Li hêla din jî em hewl didin li her kesî guhdarî bikin û civakê jî qaneh bikin.”    ‘DIVÊ EM DESTÊ XWE LEZ BIGIRIN’      Bi domdarî Kurtulmuş destnîşan kir ku ji bo pêvajo biencam bibe divê destê xwe lez bigirin û got: “Dema vê dikin jî divê em cihê piyê xwe baş danîn; ev pêvajoyeke wisaye ku divê hevsengiyeke pir baş hebe. Li rexekî hûn ê maf û rûmeta Kurdan ber çavan bigirin li hêla din jî hesasiyet û rûmeta Tirkan ku piraniya Tirkiyeyê ew in, ber çavan bigirin. Heta niha ev hevsengî li ber çavan hate girtin û pêvajo heta îro hat.”    ‘DI ÇARÇOVEYA XEBATÊN ÎMRALIYÊ KIRIN DE’     Di berdewamê de Kurtulmuş bal kişand ser bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku divê pêwîstiyên terona şewitandina çekan a li Silêmaniyeyê ya sembolîk bên cîbicîkirin. Kurtulmuş, diyar kir ku divê rêxistin pêvajoya çekberdanê bidomîne û got: “Divê hemû pêkhateyên rêxistinê yên li hundirê Tirkiyeyê û derveyî welat jî xwe fesix bikin. Bi vê yekê re dê pêvajo bileztir bibe.”    GELO DÊ KOMÎSYON BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE?     Li ser pirsa rojnamegeran a “Gelo dê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike?” jî Kurtulmuş, wiha bersiv da: “Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê. Heke bibe rojev, wê demê komîsyon dê biryara xwe bide. Biryar, li gorî piraniya dengan tê dayin. Anku biryar dê bi gotina min nebe.”    ‘DÊ KOMÎSYON RAPORA XWE PÊŞKEŞ BIKE’     Kurtulmuş, got ku komîsyon ne komîsyoneke wisaye ku yasayan amade bike û wiha domand: “Peywira sereke ya komîsyonê, ji bo pêvajo bi serkeftî temam bibe bişopîne, kontrol bike, di vir de pêşengtiyê bike û di dawiyê de jî çarçoveyekê ava bike ku pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye. Em ê çarçoveyekê çêbikin û ji Meclisê re bibêjin hewceye ev gav bên avêtin. Em ê vê bi rapora dawî ya komîsyonê re û bi tevahiya mijarên din pêşkeş bikin. Wezîfeya komîsyonê ev e. Jixwe heke hemû partiyên li vir lihev bikin, wê demê derxistina yasayan dê pir hêsantir bibe. Dê di demekî pir kin de yasa bên derxistin.”    ‘DI CIVÎNA DAWÎ DE DÊ SEROKÊ MÎT’Ê Û WEZÎR HEBIN’     Kurtulmuş, da zanîn ku civîna dawî ya guhdarîkirinê dê bi beşdariya Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û wezîran were lidarxistin û wiha pê de çû: “Dikare civîneke ku çarçoveya giştî binirxînin were lidarxistin. Ya muhim ew e ku êdî pêvajoya guhdarîkirinê temam bibe û dest bi sererastkirinên pêwîst were kirin.”    ‘GUHERTINA HINEKAN XALA MECBÛRÎ YE’    Pirsên têkildarî xebatên nû yên destûra bingehîn jî Kurtulmuş wiha bersivand: “Ne tenê xebata destûra bingehîn a nû. Çar metnên yasayî yên topografyaya welatekî demokratîk nîşan dide hene; destûra bingehîn, rêziknameya Meclisê, yasaya partiyên siyasî û yasaya hilbijartinê ye. Divê têkildarî van tevan de guhertin bên kirin û ev mecbûriyet e. Anku şert û merc nîşan didin ku divê têkildarî van xebat bên kirin û tavilê bên biencamkirin. Li gorî min pêdiviya Tirkiyeyê bi vê heye.”    ‘PÊDIVÎ BI DESTÛREKE BINGEHÎN A NÛ HEYE’     Kurtulmuş, axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye êdî nikare vê destûra bingehîn a heyî ragire. Divê bi uslûbeke nû were destgirtin. Bêguman fikrên min ên şexsî jî hene. Lêbelê ji ber pozîsyona xwe naxwazim bandorê li xebatên destûra bingehîn bikim. Lêbelê deme ev xebat bi ser ket, wê demê dikare destûreke nû ya bingehîn a Tirkiyeyê were çêkirin. Dikare di metna hiqûqa navxweyî de serersatkirin bên kirin. Armanca ji van tevan ew e ku standartên demokratîk ên Tirkiyeyê bên bilindkirin, kapasîteya sazûmaniyê ya dewletê were zêdekirin û gavên baweriyê ava dikin bên avêtin. Di vê mijarê de hemû partî xebatên xwe didomînin. Hêvîdarim atmosfereke mîna vê komîsyonê ava bibe û Tirkiye di demekî herî nêz de dest bi çêkirina destûreke bingehîn a nû bike.”