Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin 2025-09-28 11:40:32 AMED - Serokê Amedsporê Burç Baysal diyar kir ku ew ê ji ber cezayê pereyan ê ji ber reklama bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn serî li Lijneya Tehkîmê bidin û got: “Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin.”    Amedspor di maça xwe ya bi Sakaryasporê de bi dirûşma “Koma me bona we” ya koma marketan a herêmî derket seheyê. Ji ber dirûşma bi Kurdî, 110 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê hate birîn. Bertekên li dijî cezayê her ku diçe zêde dibin. Cara ewil li Tirkiyeyê tîmek bi reklama Kurdî derket sehayê û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî erê kiribû. Lêbelê Lijneya Disiplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) bi îdiaya “li dijî fermana ekîpmana sportîfe” ceza da Amedsporê. Serokê Amedsporê Burç Baysal, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Baysal, diyar kir ku beriya maçê peywirdaran hewl dan reklama Kurdî bi banda reş bigirin û wan jî li dijî vê nerazîbûn nîşan dane. Baysal, da zanîn ku dema serî li sponsoriyê dan, hemû wêne, navê markayê û dirûşma ku dê were bikaranîn bi rêyên fermî şandine û bi awayekî fermî hatine erêkirin.    Baysal, got ku biryar bi awayekî derqanûnî hatiye dayin û ev tişt anî ziman: “Hiqûqnasên me parastina têkildarî mijarê amade kirine. Em ê biçin tehkîmê. Em vê cezayê qebûl nakin. 7-8 sal berê saziya patentê ya Tirkiyeyê ev dirûşm erê kiriye, Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê erê kiriye lê lijneyên federasyona futbolê qebûl nakin. Lewma ji bo me tu hukmê vê biryarê tune ye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî heta dawiyê bimeşînin û serî li her derê bidin.”    'ASTA BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDÎ NÎŞAN DIDE’    Di berdewamê de Baysal, got ku biryara hatiye dayin asta bêtehemûliya li dijî Kurdî nîşan dide û wiha pê de çû: “Li Meclisê Kurdî nayê qebûlkirin. Em ve bêtehemûliya li dijî Kurdî qebûl nakin. Em şîrove û qedexeyên li ser zimanê Kurdî qebûl nakin. Em li qada sporê tu peyaman nadin. Bi temamî gotinên markayeke bazirganiyê ye. Ji bo pêşîlêgirtina serkeftina Amedsporê pir hewl didin. Bi van cezayan hewl didin pêşî li serkeftina Amedsporê bigirin. Li ser gotinên hinek partiyên girseya wan biqasî trîbûnên Amedsporê nîne, van biryaran didin. Em van qebûl nakin.”    'BERXWEDANA ME DÊ BIDOME’   Baysal, bi lêv kir ku di serî de Ingilîzî di gelek zimanan de destûr tê dayin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi hinceta ‘dijayetiya amûrên sportîf’ ceza hatiye birîn. Mîna hemû saziyan, Amedsporê jî ev belge û envantera nivîskî standiye. Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê xwe qebûl nekin. Di mijara berxwedana li dijî vê de em serkeftî ne. Em ê li ber xwe bidin.”    MA / Fethî Balaman