Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike 2025-09-29 09:26:27   ŞIRNEX - Siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Toguç diyar kir ku tu wateya komîsyoneke bi Ocalan re hevdîtinê neke dê nebe û got: “Beriya ku komîsyon bêhtir demê winda bike, divê tavilê biçe Îmraliyê û birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de li meclisê hate avakirin, li mexdûrên şer, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl û gelek derdorên cuda re hevdîtin kir. Hevdîtin hêj didomin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina 3’yemîn Sala Qanûndanînê  ya Serdema 28’an de axivî û têkildarî hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re got: “Mijareke wiha hêj di rojeva me de nîne.”    Siyasetmedarê Kurd Nîzamettîn Toguç ku dema wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) bû ji neçarî derket derveyî welat û piştî 21 salan di 28’ê Nîsana 2015’an de vegeriya welat, diyar kir ku diviyabû komîsyonê ji ewil li Abdullah Ocalan guhdarî bikira. Toguç, diyar kir ku komîsyoneke bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke dê tu girîngiyeke xebatên wê nemîne.    Toguç, diyar kir ku avakirina komîsyonê tiştekî erênî ye û got: “Ev komîsyon diviyabû ji ewil li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bikira. Birêz Ocalan, sermuzakerevan e. Dê tu girîngiyeke xebatên komîsyoneke bi birêz Ocalan re hevdîtinê neke nebe. Divê dewlet gavên şênbertir biavêje. Hewceye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve tavilê azad bibe û pêşengtiyê ji pêvajoyê re bike. Ji bo gelê Kurd muxatab birêz Ocalan e. Heta niha komîsyonê hevdîtin nekiriye û ev kêmasiyeke mezin e. Divê ji ewil li deriyê birêz Ocalan bixista.”    ‘HEWCEYE HER KESÊN DIXWAZIN BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIN’    Toguç, bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha domand: “Divê birêz Ocalan azad bibe û bi her kesî re bi awayekî azad hevdîtinan bike. Kî bixwaze divê bikare biçe cem birêz Ocalan û hevdîtinê pê re bike.” Komîsyon divê tavilê biçe Îmraliyê û li birêz Ocalan guhdarî bike.”    ‘DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BI KAR BÎNIN’   Toguç, anî ziman ku qonaxa ewil a pêvajoyê temam bûye û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd tişta diket ser milê xwe bicih anî. PKK’ê kongreya xwe kir û xebatên xwe da sekinandin. Her çend sembolîk jî be çekên xwe şewitand. Wateya şewitandina çekan pir mezin e. Peyama ‘Em êdî ne bi çekê lê dixwazin pirsgirêkan bi siyaseta demokratîk çareser bikin’ dan. Lêbelê dewletê li dijî van gavan hêj gavên şênber neavêtiye. Her wiha zimanê xwe jî neguherand. Hêj jî rayedarên dewletê behsa aştiyê nakin, medyaya navendî zimanê şer bi kar tîne. Heke bi rastî jî daxwaza wan aştî be divê zimanê aştiyê bi kar bînin. Aştî, bi zimanê şer nayê.”    ‘GEL LI BENDA GAVÊN ŞÊNBER E’   Toguç, destnîşan kir ku hêj bi hezaran hevalên wan girtî ne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê dewlet êdî gavên şênber biavêje. Bi sedan girtiyên nexwşe hene û divê bên berdan. Nexweş aştî wiha nayê. Divê tavilê gavên şênber biavêjin û fikarên gel ji holê rakin. Hêviya gel a ji pêvajoyê ew e ku birêz Ocalan azad bibe û gavên şênber tavilê bên avêtin.”    MA / Emrullah Acar