Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e 2025-10-01 09:18:04   ŞIRNEX - Siyasetmedaran bi bîr xistin ku di vê pêvajoyê de muxatab Abdullah Ocalan e û hişyarî dan ku ger komîsyona ku hatiye avakirin guh nede Abdullah Ocalan, dê tu wateya xebata wê nemîne.   Meclis, dest bi heyama nû ya qanûnî dike. Rojeveke zêde li benda meclisê ye û amadekariyên sererastkirinên qanûnî yên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di rêza yekê de ne.    Hêviya gel azadiya fizîkî ya aktorê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan û bi lez û bez bicîhanîna sererastkirimên qanûnî yên têkildarî pêvajoyê ne. Endamên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bang li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li meclisê hatiye avakirin kirin ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpekê diyar kir ku hêviyên gelê kurd zelal in û got: "Komîsyonê 13 civîn li dar xistin. Komîsyon çiqas civînan li dar bixe jî, ger bi birêz Ocalan ku muxatabê sereke ye, re necive, karê wê bêwate dibe. Nehevtîdina komîsyonê bi birêz Ocalan re şaşiyeke mezin e. Divê ev şaşî bêyî derengmayînê were sererastkirin. Ji ber ku birêz Ocalan pêşengiya pêvajoyê dike, hêviya gel heye. Divê dewlet tavilê gavên berbiçav biavêje. Divê rêya siyaseta demokratîk demildest were vekirin."   ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN BÊ GUHDARKIRIN'   Cîgirê Serokê Partiya Azadî Cemal Satî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye û got: "Heke aştiyeke rastîn hebe, divê aktorên sereke yên vê pêvajoyê werin guhdarkirin. Ji bo vê yekê, komîsyon divê guh bide birêz Ocalan. Her gotinek ku ew ji komîsyonê re bibêje dê pir girîng be. Her xebatek ku guh nede birêz Ocalan ne tenê dê kêm be, di heman demê de dê hemû hewldanan bêbandor bike. Tevgera Azadiya Kurd gelek gavên berbiçav avêtine. Lêbelê, dewletê hîn jî tu gav neavêtiye. Meclis hat vekirin û divê tavilê der barê girtiyên siyasî de gav werin avêtin. Divê statuya zimanê kurdî bê dayîn. Bêyî van gavan, gel dê baweriya xwe bi pêvajoyê neyne."    ‘DIVÊ PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ VEKIRIN'   Ji sekreteriya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmazê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê bi bîr xist û got: "Dema ku piştî vê bangê şande çû Îmraliyê, birêz Ocalan girîngiya avakirina komîsyonekê li meclisê tekez kir. Vê komîsyonê guh da mirovên ji her qadên jiyanê, lê birêz Ocalan ku komîsyonê ava kir, hîn jî nehatiye guhdarkirin. Divê komîsyon demildest guh bide birêz Ocalan. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de aktorê sereke ye; bêyî hevdîtina bi birêz Ocalan re çareserî çawa dikare were dîtin? Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de ji bo kurdan muxatab e. Ji bo siyaseta demokratîk divê sererastkirin li meclisê werin kirin. Meclis îro vebû û divê sererastkirin li gorî wê werin çêkirin. Erka yekem a meclisê ew e ku karên ku rê li ber vê yekê vedikin, bimeşîne."     MA / Emrûllah Acar