Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê 2025-10-01 10:08:16 AMED - Li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûrê zêdetirî 20 roj in dar tên birîn. Dîmenên qirkirina daran a ji hêla cerdevan û hin kesan ve tên kirin, asta texrîbata li herêmê jî radixe ber çavan.    Li Mezra Xuş a girêdayî gundê Eskarê yê li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûr Amedê, zêdetirî 20 roj in cerdevan û hin kes daran dibirin. Rojê 5 kamyonên daran tên birîn û ji herêmê tên derxistin. Tê gotin ku heta niha zêdetirî 100 kamyonên daran hatine birîn. Dîmenên darên hatine birîn, texrîbata li herêmê jî radixin ber çavan.    Hat zanîn ku qirkirina daran a li quntarê çiyê bi destê cerdevan û hin kesên li Taxa Eskarê ve tê kirin, dê li seranserî quntarê çiyê bidome. Ji bo kamyonên dar lê barkirî bi rehetî bên û biçin jî li herêmê rê tê çêkirin.    BERTEKA LI DIJÎ BÊDENGIYÊ    Şêniyekî gund têkildarî qirkirina daran agahî da û got ku tevî qedexeyê jî dar tên birîn û ev nayê qebûlkirin. Her wiha welatiyan got ku texrîbata li herêmê zêdetirî 20 roj in didome lê di serî de ekolojîst heta niha tu kesekî dengê xwe dernexistine û bertek nîşan dan.    MA / Fethî Balaman