‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin HATE NÛKIRIN 2025-10-01 12:14:28   AMED - “Meşa em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” a TJA’yê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Sebahat Tuncel beriya meşê axivî û got: “Heke hûn bixwazin çûka aştiyê bifire, wê demê li birêz Ocalan guhdarî bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, hevşaredar û bi sedan jin li pêşiya avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê hatin gel hev. Jinên ku ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Azad bike Rêbertî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" ev dorpêç protesto kirin.    Piştre jî girse bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Rawestgeha Çeşmeyê ya li semta Gazîlerê ve meşiya. Di meşê de jinan pankarta “Li dijî zîhniyeta komploger dema bazdana bi ruhê berxwedanê ye” hate hilgirtin. Jinên gihiştin Rawestgeha Çeşmeyê, li vir li ber dahol û stranan govend gerandin. Jinan li vir daxuyanî dan û gelek caran dirûşmên “Mafe heviyê mafê gela ye” û “Mafê hêviyê nayê taloqkirin” berz kirin.    ‘JIN JI BO AZADIYÊLI BER XWE DIDIN’   Li ser navê jinan aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncelê daxuyanî da û got ku jin ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bi sala ye kedê û bedelan didin. Sebahat Tuncelê got: “Şer, tê wateya mirin, zilm û talankirina erdnîgariyê. Li cihê şer, jiyan tune ye. Ev yek ji bo jinan hêj zehmettir dibe. Jin tenê zarokên xwe winda nakin. Di heman demê de neçar dimînin ku ji qadên xwe yên jiyanê koç bikin, xaka wan wêran dibe. Lewma têkoşîna azadiyê ji bo me ne tercîhek, mecbûriyek e. Em dikarin çand û zimanê xwe di aştiyê de ava bikin. Lê îktîdran ev daxwaza me tune hesibandin. Bi sedan sala ye gelê Kurd aştiyê diqîre. Lê mixabin heta niha tu bersivek nedan vê qêrînê.”    ‘HTEA LI OCALAN GUHDARÎ NEKIN AŞTÎ NABE’    Bi domdarî Sebahat Tuncelê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024’an de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Salek berê banga ‘bila Ocalan were, siyasetê bike’ hatibû kirin. Ev bangekî girîng bû. Em dixwazin ev înkara sed sal in didome bi dawî bibe. Hatina birêz Ocalan a parlamentoyê tê wê wateyê ku pirsgirêk li parlamentoyê çareser bibe. Birêz Ocalan jî bersiv da vê û di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Beşa aştiyê dewletê û civaka demokratîk jî me eleqedar dike. Anku em bixwazin çawa bijîn dê pêşerojeke wisa ava bikin. Lê ji bo vê divê dewlet dev ji siyaseta înkarê berde. PKK’ê bersiveke erênî da bangê. Sedema ku rêxistineke çekên xwe şewitandî nikare tev li siyaseta demokratîk bibe, israra di polîtîkaya dewletê de ye. Du berpirsyartiyên komîsyonê hebûn. Ya yekemîn dê li aliyan guhdarî bikira û ev berpirsyarî pêk anî lê li birêz Ocalan guhdarî nekir. Bêyî guhdarîkirina birêz Ocalan aştî nabe. Devlet Bahçelî digot çi? Digot ‘çûkek tenê bi baskekî nikare bifire.’ Heke hûn bixwazin çûka aştiyê bifire, wê demê divê li birêz Ocalan were guhdarîkirin. Yek ji aktorên sereke ye. Heke birêz Ocalan ne di navenda wê de bûya, niha nîqaşa pêvajoyê nedihat kirin. Li dijî aştiyekê rikeberiyek heye ku ev ne Kurd, dewlet vê dike.”    ‘EM AZADIYA XWE DI AZADIYA OCALAN DE DIBÎNIN’    Sebahat Tuncelê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me Kurdan her tim got ku alîgirên aştiyê ne. Nûman Kurtulmuş gotiye; ‘Rûmeta Tirkan û rûmeta Kurdan dê neyê şikandin.’ Lê di rewşa heyî de ji bo rûmeta Tirkan, rûmeta Kurdan binpê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Dayikek me xwest li Meclisê bi Kurdî biaxive lê destûr nedan. Heke hûn aştiyeke birûmet bixwazin, wê demê divê hûn dengê jin û ciwanên Kurd bibihîsin. Weke jinên bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin, em careke din van rastiyan bi bîr dixin û ji bo careke din rastiyan bibîr bixin, deriyê aştiyê negire û ji bo meşa di rêya nû de berpirsyartiyên dewletê bi bîr dixin. Yek ji berpirsyartiyên dewletê ew e ku şert û mercên azad ên aliyan ava bike. Dewlet xebatên xwe di şertên azad de dike lê aliyê Kurd ne wisa ye. Ev bû salek lê hêj jî tecrîda li Îmraliyê didome. Ev tecrîd, aştiyê jî tecrîd dike. Lewma em ber bi Enqereyê ve dimeşin. Li Enqereyê em ê bibêjin ‘Azadiya birêz Ocalan azadiya gelan e.’ Birêz Ocalan di hevdîtinekê de dibêje; ‘Azadiya min di azadiya gel de ye. Ez azadiya xwe ya şexsî nakim rojev.’ Birêz Ocalan, azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dibîne. Em Kurd, em jinên Kurd jî azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Ev ne şertek e, pêwîstiyek e. Bêyî azadbûnê aştiyeke watedar nabe. Em dixwazin ev aştî aştiyeke rast be.”    ‘EM PIRA AŞTIYÊ AVA DIKIN’   Di dirêjiya axaftina xwe de Sebahat Tuncelê ew naxwazin êdî li ser şer biaxivin û gotina Dayikek Aştiyê ya “Em naxwazin zarokên xwe lê dixwazin çekan binax bikin” bi bîr xist û wiha got: “Em ji bo jiyanê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Banga me ji bo îktîdarê ye; hêj we nehiştiye em ji Amedê derkevin, hêj rêya me dirêj e. Lê divê hûn bizanin ku em bibiryar in. Ev gel 50 sal in di rêya azadiyê de dimeşe û dê hêj bimeşe. Kedeke pir mezin, bedelên pir giran da lê dev jê berneda. Em zarokên vî gelî ne. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dizanin ku ev bi ked û xebatê dibe. Lewma em ji Amedê heta Enqereyê dimeşin. Em ê daxwazên jinan ji vir bigirin û bibin Enqereyê. Em di navbera Qmed û Enqereyê de pira aştiyê ava dikin.”    Herî dawî jî Sebahat Tuncelê ev tişt anî ziman: “Em ê daxwazan bigihînin Enqereyê lê banga me ya ji bo gelên me jî heye. Ev meseleye ne tenê ya Kurdan e. Êdî dawiya polîtîkayên Kurdan weke dijmin dibînin, tune dihesibînin, ziman, çand û nasnameya wan înkar dikin hatiye. Dê Kurdên li Tirkiyeyê jî yên li Rojava, Başûr û Rojhilat jî azad bibin. Em ê wekhev û azad bijîn. Rêya vê jî siyaseta demokratîk e. Pêşiya siyaseta demokratîk vekin, pêşiya aştiyê vekin. Em ji xwe, ji jinan û gelê xwe bawerin.”    Axaftina Sebahat Tuncelê gelek caran bi dirûşman hate qutkirin. Piştî daxuyaniyê, jinan ber bi cihê ku dê wesayît bi rê kevin ve meş li dar xist.