Bahçelî: Tehliyeya Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be 2025-11-04 11:32:37 ENQERE - Devlet Bahçelî piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Berdana Selahattîn Demîrtaş dê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.”  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, piştî civîna heftane ya koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ‘rêyên hiqûqî’ êdî gihiştiye encamê. Berdana wî dê ji bo  Tirkiyeyê bi xêr be.”