Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike 2025-11-05 10:16:16   STENBOL - Siyasetmedar Ziya Pîr diyar kir ku beşdariya xurt a li mîtînga ku dê di 8'ê Mijdarê de li Kolna Almanyayê bê lidarxistin, dê destê Abdullah Ocalan xurt bike û got: "Werin em hemû di 8'ê Mijdarê de ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan doza mafên xwe bikin."    Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi navê "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd" de, dê di 8'ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Almanyayê bi dirûşma "Azadî ji bo Rêber Apo" meş û mîtîngeke mezin bê lidarxistin. Di meş û mîtîngê de dê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê were xwestin.    Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr ku beşdarî xebatên mîtîngê bû, xebat û amadekariyên ji bo mîtîngê tên kirin nirxandin.   Pîr bal kişand ser girîngiya mîtîng û meşa ku tê payîn di 8'ê Mijdarê de li Kolnê were lidarxistin û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek e berdewam dike. Armanca mîtîngê ew e ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêka kurd were misogerkirin. Dema ku pêvajo dest pê kir, em hemû bi baldarî nêzîk bûn. Ev nêzîkatiya bi baldarî berdewam dike. Di nêzîkî salekê de, aliyê kurd gavên girîng û wêrek avêtine, wek fesixkirina rêxistinê û vekişîna gerîlayan. Lêbelê, dewletê beranberî vê tu gav neavêtiye. Dewlet, ji gotina 'Em ber bi armanca Tirkiyeyeke bê teror ve diçin' wêdetir neçûye. Li meclisê komîsyonek hatiye avakirin. Komîsyon bi tevahî 16 civîn li dar xistine û guh daye sazî û hin kesan."    ‘EV PÊVAJO JI BO GELAN FIRSENDEK E'   Pîr destnîşan kir ku aştî ji bo gelê Tirkiyeyê derfetek e û got: "Ji ber vê yekê, divê em zû tevbigerin. Tê gotin ku di hefteyên pêş de dê rapor bên amadekirin. Di vî warî de, nêrîn û bangawaziya birêz Ozgur Ozel ji bo derdora wî baş e. Wî daxuyaniyên piştgiriya pêvajoya aştiyê dan. Wekî din, welatî der barê pêvajoyê de di rola 'temaşevanan' de dimînin. Mîtînga me ya 8'ê Mijdarê derfeteke baş e ku em ji vê rola temaşevaniyê derkevin û bibin hevkarê pêvajoyê. Ji ber vê yekê, em her kesî vedixwînin Kolnê. Her kesê ku girîngiyê dide aştiyê divê were û ne tenê wekî temaşevan an alîgir, wekî aliyekî vê pêvajoyê beşdar dibe û rolekê bigire. Divê gelê me li wir bêje, 'Ez jî heme.'"    ‘MUZAKERE DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE NABE'   Pîr, di çarçoveya mîtîngê de bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got: "Dema ku hûn li mînakên ji çar aliyên cîhanê dinêrin, danûstandin nikarin di hucreyeke piçûk a di nav çar dîwaran de werin kirin. Mînak, Serokê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela di hucreyekê de dest bi danûstandinan kir lê paşê ew birin malekê. Ji wir, azadiya xwe ya fizîkî bi dest xist. Birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Rapor û hevdîtin ji derve tên ragihandin, lê divê ew azadtir be û karibe pêwendiyê bi derve re deyne. Bi vî rengî, ew dikare danûstandinan çêtir û zûtir birêve bibe."   ‘DÊ DESTÊ BIRÊZ OCALAN XURT BIKE'   Pîr diyar kir ku ew ê di mîtînga li Kolnê de bang li du muxatabn bikin û got: "Muxatabên me hem Tirkiye û hem jî desthilat û civakên welatên ku em lê ne. Em ji civaka Tirkiyeyê re dibêjin, 'Em li aliyê aştiyê ne, divê hûn jî li aliyê aştiyê bin.' Mîtîngeke bihêz dê destên birêz Ocalan û DEM Partiyê xurt bike."   BANGAWAZÎ   Pîr da zanîn ku di mîtîngê de dê doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê kirin û bal kişand ser gavên ku PKK'ê avêtine. Pîr destnîşan kir ku banga wan ji bo Ewropayê ew e ku PKK'ê ji lîsteya xwe derxin û wê wekî muxatab esas bigirin û got: "Ji lew re ew dibêjin 'Ez jî êdî bê çek im.' Divê mîtîng û meşa îsal ji yên salên borî xurttir be. Ez bang li her kesî dikim. Roja şemiyê werin em doza mafên xwe bikin. Em ê mîtîngê di nava du piran de çêbikin. Em wan her du piran bihejînin."    MA / Omer Îbrahîmoglû