Tê payin li 22 bajaran baran bibare 2025-11-11 08:52:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payin ku li 22 bajaran baran bibare.    Li gor texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê tê payin ku li rojavayê Maramarayê, li Îzmîr û Manîsa û derdora wan û li Aydinê baraneke dijwar bibare.    Bajarên ku tê payin dê baran li wan bibare ev in: “Antalya, Eskîşehîr, Kayserî, Sêwaz, Nîgde, Zongûldak, Bartin, Bolû, Duzce,  Dîlok, Kilîs, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Bûrsa, Çanakkale, Stenbol, Kirklarelî, Afyonkarahîsar, Denîzlî, Edene, Hatay û Karabuk.”