Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin 2025-12-17 10:35:52 MÊRSÎN - Welatiyên beşdarî hevdîtin ku li Mersînê di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de hat lidarxistin bûn, diyar kirin ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e û daxwaz kirin ku Komîsyona Meclisê girtekan eşkere bike.  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li saloneke dawetê ya li navçeya Toroslarê xwarina hevgirtinê da. Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn peyama "Muxatabê gelê Kurd Rêbertî ye. Ger Rêbertî azad be, her tişt dê baş be" dan.   Mahmut Şefikoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got ku ew nêrînên Tayyip Erdogan û Devlet Bahçelî yên li ser pêvajoyê erênî dibînin, lê ji ber pêkanînên wan ên berê ew ji wan bawer nakin. Şefikoglû got: "Ji ber vê yekê, ez ji wan bawer nakim û divê em baldar bin. Berî her tiştî, divê girtî û hemû şaredar werin berdan. Divê tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan tavilê were bidawîkirin û hevşaredar vegerin ser karê xwe. Divê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin. Ger ev tişt çêbibin, ez dikarim baweriya xwe bi nêzîkatiya wan a li hember pêvajoyê bînim. Ev pêvajo ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve tê birêvebirin. Bêyî axaftina bi wî re çareseriyeke rast pêş nakeve. Divê tiştên ku li Îmraliyê tên nîqaşkirin ji raya giştî re werin eşkerekirin."   ‘MUXATABÊ GELÊ KURD RÊBERTÎ YE'   Yahya Dalmiş diyar kir ku divê partî û saziyên siyasî yên Kurd der barê pêvajoyê de pir baldar bin û got ku heta ku mafên bingehîn ên gelê Kurd bi destura bingehîn neyên garantîkirin, bawerî bi pêvajoyê çênabe be. Dalmiş got: "Ger naveroka hevdîtina bi birêz Ocalan re bihata eşkerekirin û nîqaşkirin, dê ji bo pêvajoyê çêtir bûya."   Aynur Seçmenê anî ziman ku divê dewlet ji bo misogerkirina aştî û biratiyê qanûnan derxîne û got: "Divê qanûn ji bo berdana girtiyan, vegera gerîlayan û naskirina nasnameya gelê Kurd werin çêkirin. Muxatabê gelê Kurd Rêbertî ye. Ger Rêbertî azad be, her tişt dê baş be. Dilê me şikestiye; bila dilên din neşkên, bila aştî hebe."   Îsmet Ozcan diyar kir ku gelê Kurd bi berxwedanê gihîştiye vê astê û dê bi berxwedanê aştiyê bîne Rojhilata Navînê û got: "Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navînê dê ji aştiyê sûd wergirin. Ji bo ku aştî pêkan be, divê em wekî gel xwe birêxistin bikin û ji bo wê têbikoşin. Divê em saziyên xwe xurt bikin û baweriya xwe bi hev bînin. Dema ku ev çêbibe, dê hatina aştiyê hêsantir bibe. Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên cîhanê diaxive. Ne tenê gelê Kurd, di heman demê de gelên Tirk û Ereb jî dê ji vê civînê sûd wergirin. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan demê dixwîne, her gel dê ji vê yekê sûd wergire. Di paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan de, ji bo hemû nasname û baweriyên cuda cîh heye."   Şehnaze Şîbanê jî diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û êdî neheqiyên li ser gelê Kurd qebûl nakin û got: "Em ji bo pêvajoya aştiyê baweriya xwe bi wan naynin. Divê gelê Kurd ji vê yekê haydar be. Ji bo ku em baweriya xwe bi wan bînin, divê ew nasnameya me nas bikin. Divê ew zilm, girtin û kuştinên li ser Kurdan bi dawî bikin. Divê birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Em baweriya xwe bi wan naynin, em baweriya xwe bi xwe tînin."   MA / Abdulkadîr Ayten - Mehmet Guleş