Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin 2025-12-17 14:04:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Îstinafê, îtiraza dozgeriyê ya ji bo biryara beraetê ya ji bo rojnamevan Dîren Yûrtseverê, red kir.    Ji ber nûçeyên der barê îdianameya Doza Kobanê de doz li Midûra Karên Nivîsê ya berê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtseverê hatibû vekirin. Di dozê de îtiraza li biryara beraetê hat kirin.    Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Stenbolê bi îdiaya "eşkerekirina nasnameya muxbîran" doz hatibû vekirin û di danişîna ewil de biryara beraetê hatibû dayin. Li ser vê dozgeriyê itiraza kir û serî li Dadgeha Îstinafê da. Dozgeriyê bi hinceta "hêmanên maddî yênn sûc çênebûne" serlêdan kir û derpêş kir ku biryara beraetê li dijî qanûnê ye û xwest biryar bê xerakirin û ceza bê birin.   Daîreya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê biryarê nirxand û itiraza dozeriyê red kir. Dadgeha Îstinafê diyar kir ku di delîlan de tu kêmasî tüne ye.