Şandeya OCHA’yê çû serdana Kobanê 2026-02-16 16:14:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya OCHA’yê, çû serdana bajarê Kobanê ku di dorpêçê de ye. Şandeyê, şert û mercên jiyanî lêkolîn kir.    Şandeyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) serdana navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê kir. Şande ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê û nûnerên saziyên xizmetguzariyê hate pêşwazîkirin.   Her du aliyan li ser pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê yên ji ber dorpêçkirina Kobanê derketine û awayê peydakirina xizmetên bingehîn û pêdiviyên şêniyan gotûbêj kirin. Piştî civînê, şandeya NY’yê di gel endamên Rêveberiya Xweser, serdana stargehên li bajêr kir da ku şert û mercên jiyanê yên li Kobanê di bin dorpêça berdewam de ji nêz ve bibîne.   Ji 20’ê Çileyê ve, hêzên hikûmeta demkî dorpêçeke dijwar li ser bajarê Kobanê ferz kiriye û heta niha jî berdewam dike.