Ji HRANA’yê rapora roja 50’an: 226 jê zarok, 6 hezar û 734 kes hatin qetilkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora HRANA’yê ya 50 rojên çalakiyên li Îran û Rojhilat, heta niha 226 jê zarok bi giştî 6 hezar û 734 kes ji hêla rejîmê ve hatine qetilkirin. 

 
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku li Îran û rojhilatê Kurdistanê weşanê dike, rapora xwe ya têkildarî 51 rojên çalakiyên li Îranê aşkera kir. Li gorî daneyên piştrastkirî, hejmara kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane derket 7 hezar û 15 kesan. Hat gotin ku 214 kes ji hêzên rejîmê ne û 67 kes jî sivîlên eleqeya wan bi çalakiyan re tune ne. Di raporê de hate gotin ku 226 jê zarok bi giştî 6 hezar û 734 kes ji hêla hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin. 
 
Di raporê de hate gotin ku 11 hezar û 744 bûyerên mirinê jî li benda piştrastkirinê ne; 25 hezar û 845 sivîl birîndar bûne; 144 jê xwendekar bi giştî 53 hezar û 552 welatî hatine girtin; 11 hezar û 53 kes ji bo îfadeyê bang lê hatiye kirin; 355 kes jî bi darê axaftin pê dane kirin û di bin navê “îtîrafê” de di televîzyonên rejîmê de hatine parvekirin.     
 
Nûçeyên Têkildar
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'
'Ger rejim li ser desthilatê bimîne gelên Îranê dê rojên tirsnak bijîn'

HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî
HRW: Îsraîlê di êrişên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar anî

HRW’ê ragihand ku Îsraîlê di êrişên 3’yê Adarê yên li dijî Lubnanê de fosfora spî bi kar aniye û xwest mueyîde li Îsraîlê bên ferzkirin.

HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin
HRANA: Li Îranê û Rojhilat di rojekê de herî kêm 33 sivîl hatin kuştin

HRANA'yê rapora xwe ya têkildarî êrişên ser Îran û Rojhilat aşkera kir. HRANA’yê got ku di nava 24 saetan de herî kêm 33 sivîl hatine kuştin û 50 jî birîndar bûne.

Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?
Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney kî ye?

Seyyed Mucteba Xamaney ku li şûna bavê xwe Alî Xamaney ê di 28’ê Sibatê de hate kuştin hat hilbijartin, bi xwe re nîqaşên “monarşiyê” anî. Tê gotin ku Mucteba Xamaney di nava hêzên rejîmê de “kesekî bihêz” e.

Îranê rêberê xwe yê nû hilbijart: Nav nehate aşkerakirin
Îranê rêberê xwe yê nû hilbijart: Nav nehate aşkerakirin

Rejîma Îranê, piştî kuştina Ayetullah Alî Xamaney, lîderê xwe yê nû hilbijart. Lêbelê bi hinceta ewlehiyê navê lîderê nû nehate aşkerakirin.