Hevserokê Giştî yê OHD’ê: Mafê hêviyê mecbûriyetek e

Parve bike:

MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak, diyar kir ku DMME’yê têkildarî Abdullah Ocalan biryara binpêkirina “mafê hêviyê” daye û Tirkiye mecbûr e ku di vê mijarê de verasetkirinên zagonî bike. 

 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), 12 sal berê têkildarî cezayê “bêyî derfeta tehliyeyê hebe dê di girtîgehê de bimîne” ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, binpêkirina “mafê hêviyê” da. Tevî biryarê jî heta niha Tirkiyeyê tu gavek neavêtiye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryarên DMME’yê dişopîne û xwedî mafê mueyîdeyan e jî niha “mafê hêviyê” girtiye rojeva xwe. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak, têkildarî “mafê hêviyê” axivî. Çakmak, anî ziman ku di hiqûqa navneteweyî de cezayê girtîgehê yê heta mirinê di çarçoveya îşkence û sepana li dijî rûmeta mirovahiyê tê nirxandin. Çakmak, îşaret bi biryarên DMME’yê kir û got: “Hemû dewletan cezayeke li gorî hiqûqa xwe diyar kir û piştî ev ceza temam bû jî girtiyan ber dide. Ev biryar jî xwe dispêrin Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME). Hemû endamên Konseya Ewropayê û welatên namzet jî girêdayî PMME’yê ne û dema DMME’yê biryarek da, mecbûr in vê biryarê bicih bînin. Heke ev biryar guhertineke yasayî ferz bikin, dewlet mecbûr in vê yasayê biguherînin.” 
 
'BIRYARÊN DMME’YÊ NEHATIN BICIHANÎN’  
 
Bi domdarî Çakmak, da zanîn ku DMME’yê di sala 2014’an de têkildarî Abdullah Ocalan biryarek da û ji Tirkiyeyê xwest ku di qanûnên xwe de guhertinan bike. Çakmak, got: “Lê Tirkiyeyê ji sala 2014’an heta niha ev biryar bicih ne aniye. Komîteya Wezîran jî heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Komîteyê îşraet bi komîsyona li Meclisê kilr û got ku divê komîsyon pêşniyarqanûnê pêşkeşî Komîsyona Edaletê bike. Tê payin ku heta Hezîrana 2026’an di qanûnan de guhertin bê kirin.” 
 
'GUHERTINA YASAYÎ PÊWÎSTIYEKE DESTÛRA BINGEHÎN E’   
 
Çakmak, anî ziman ku divê di zagonana de guhertin bên kirin û di mewzûatan de verastkirin bên kirin û wiha pê de çû: “Heke biryar neyê bicihanîn, Komîte dê helwesta xwe tundtir bike. Di dawiya dawî de heke biryar neyê bicihanîn, dibe ku Tirkiye ji Konseyê were derxistin. Heta niha hemû welatan bi biryaran kir. Hinek welatan li dijî biryaran li ber xwe dan û vehêlandin. Hêvîdarin wiha nebe û rayedar guhertinên pêwîst di zagonan de bikin. Ji ber ku guhertin, mecbûriteke qanûnî ye û pêwîstiyeke destûra bingehîn e. Li gel birêz Ocalan, bi hezaran girtî dê ji vê guhertina yasayê bibandor bin.” 
 
ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN   
 
Di berdewamê de Çakmak destnîşan kir ku ev gav dê ji hêla polîtîk û psîkolojîk ve bibe qonaxeke nû û axaftina xwe wiha qedand: “Avêtina gavên pêwîst ên di vê pêvajoyê de, hinek cisaretê dixwaze. Bi guhertina yasayê re dê qonaxeke nû dest pê bike. Wê demê dê were dîtin ku di mijara guhertinên esasî yên di çarçoveya pêkvejiyana gelan, mafên bingehîn û azadiyan de pirsgirêk tune ye, fikarên heyî fikarên çêker in û neavêtina gavan xizmetê ji hinek derdoran re dike. Ji bo silametiya pêvajoya çareseriyê û li dijî xetereyên sabotajê, divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin, bikare bi hemû derdoran re pêwendiyan deyne û bikare bangî gel bike.” 
 
MA / Abdulkadîr Ayten - Mehmet Guleş     
 
Nûçeyên Têkildar
Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye
Michael Lowy: ‘Mafê hêviyê’ ji bo gelê Kurd gava yekem a azadiyê ye

Sosyologê navdar Michael Lowy ku yek ji wan 33 ramangêrên cîhanî ye ku ji bo sepandina "mafê hêviyê" bang li Tirkiyeyê kiribûn, got: "Mafê hêviyê, di rêya azadiya gelê Kurd de gava yekem e."

Pîroglû: Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke neteweyî ye, divê di vî warî de bê çareserkirin
Pîroglû: Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke neteweyî ye, divê di vî warî de bê çareserkirin

Mûsa Pîroglû diyar kir ku pirsgirêka Kurd nikare bi têgehên wekî "terorê" û "mafên bingehîn ên mirovan" ve were sînordarkirin û got: "Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke neteweyî û siyasî ye û divê di warê polîtîk de were çareserkirin."

'Heke tê gotin pirsgirêk bi biryara DMME'yê çareser dibe, nexwe Ocalan serbest berdin'
'Heke tê gotin pirsgirêk bi biryara DMME'yê çareser dibe, nexwe Ocalan serbest berdin'

Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku mafê hêviyê ne tenê pirsgirêka Abdullah Ocalan e û got: "Heke ji bilêvkirina 'mafê hêviyê' ewqas şerm dikin û dibêjin 'di çarçoveya Destûra Bingehîn û biryarên DMME'yê de çareser dibe', nexwe tavilê serbest berdin."

Serokê Baroya Agiriyê: Zêdetirî hezar girtî dê ji 'mafê hêviyê' sûd werbigirin
Serokê Baroya Agiriyê: Zêdetirî hezar girtî dê ji 'mafê hêviyê' sûd werbigirin

Serokê Baroya Agiriyê û Cîgirê Serokê Lijneya Çavdêriya Girtîgehan a Wezareta Dadê Serdar Gunakin, diyar kir ku heke "mafê hêviyê" bikeve meriyetê, ne tenê Abdullah Ocalan, zêdetirî hezar girtî dê ji vî mafî sûd werbigirin.

Welatiyên Wanê: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo me tişta herî girîng e
Welatiyên Wanê: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo me tişta herî girîng e

Welatiyên Wanê bal kişandin ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: "Abdullah Ocalan sembola hebûna me ye û em dixwazin ew bi awayekî azad rêbertiya me bike."