Tulay Hatîmogûllari: Maseya dîplomasiyê ya bi Kurdan re divê teqez li Enqereyê bê danîn

Parve bike:

AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûlari îşaret bi tevlibûna rêveberiya Rojava ya Konferansa Munihê kir û got: “Divê maseya dîplomasiyê tenê li Munihê neyê avakirin. Divê maseya dîplomasiyê ya Kurdan, teqez li Enqereyê bê avakirin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê, di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li navçeya Bazîdê civîna gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û bi sedan welatî tev li civînê bûn. Di civînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bi can û bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin. 
 
Tulay Hatîmogûllari di civînê de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk.” 
 
‘GELÊ DAKETÎ QADAN DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN KIR’ 
 
Tulay Hatîmogûllariyê kesên ku duh li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê daketin kolanan silav kir û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in di bin şert û mercên dijwar ên tecrîdê de, bi biryardarî û bawerî, qet dev ji hewldanên xwe yên ji bo têkbirina vê komployê, ji bo aştiyê, ji bo herêmê û ji bo ku gelên Tirkiyeyê di cîhaneke wekhev û aştiyane de bijîn bernedaye. Bi domdarî got: “Tevî van şert û mercên dijwar jî ev hewldanên xwe domandiye. Duh, ne tenê li Tirkiyeyê, ne tenê li Stenbol, Edîrne, Amed, Îzmîr, Çukurova û herêmên Serhedê lê li gelek welatên Rojhilata Navîn, li gelek welatên Ewropayê û deverên cîhanê, gelê Kurd û dostên wan li kolan û meydanan bûn da ku Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto bikin. Ev girse hemû bi daxwaza azadiya birêz Abdullah Ocalan hatin gel hev.”
 
‘AZADIYA BIRÊZ OCALAN JI BO PÊVAJOYÊ PIR GIRÎNG E’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllariyê îşaret bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan, pêvajoyek da destpêkirin. Em hemû dizanin ku ev pêvajo di rastiyê de armanc dike ku Komploya 15’ê Sibatê têk bibe. Azadiya birêz Ocalan ji bo serkeftina vê pêvajoyê pir girîng e û ev yek li gorî ruhê pêvajoyê ye. Em li bendê ne ku di vî warî de gavên girîng werin avêtin. Îro şandeya me ya Îmraliyê li bi birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Em piştrast in ku peyamên pir girîng ên birêz Ocalan jî di der barê pêvajoyê de hebin. Dema ku şandeya me vegere, em ê agahiyên wî bi raya giştî re parve bikin. Me wekî şandeyek silavên xwe û yên gelê xwe ji birêz Ocalan re şandine. Ji Bazîdê, careke din hezar silav ji Îmraliyê re.”
 
BANG LI DEWLETÊ KIR: PIRSGIRÊKA KURD NE PIRSGIRÊKA TERORÎZMÊ YE 
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê bal kişand ser rapora ku dê ji hêla Komîsyona Meclisê ve bê amadekirin û wiha got: “Em pir girîngiyê didin vê rapora komîsyonê, nemaze di vê serdemê de. Rapora komîsyonê bêguman dê vê pirsgirêka Kurd a 100 salî di kêliyekê de çareser neke. Em hemû ji vê dizanin. Lê pir girîng û dîrokî ye ku ev rapor bi awayekî saxlem were weşandin da ku gavên berbiçav werin avêtin. Dema me li pêşnûmeya rapora komîsyonê ku ji hêla çapemeniyê ve hate parvekirin nihêrtî, me dît ku têgeha terorîzmê pir caran tê bikaranîn. Em hêvî dikin ku di civîna îro de, ew ê dev ji pênasekirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya terorîzmê de berdin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek terorîzmê ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek sosyolojîk, aborî, civakî û siyasî ye. Divê di vê çarçoveyê de were niqaşkirin û çareserkirin. Em hêvî dikin ku ev rapor qaneke ku hemû endamên PKKê digire nava xwe, bê pêşkêşkirin. Gavên herî girîng ên ku em ji vê komîsyonê hêvî dikin guhertinên qanûna dijterorê, Qanûna Cezayê ya Tirkiyê û Qanûna Înfazê ne.”
 
BANGA JI BO YEKITÎ Û HEVGIRTINÊ 
 
Tulay Hatîmogûllariyê axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em ne tenê bi gotinan, divê em bi kiryarên xwe berê xwe bidin Îmraliyê. Aştî ne tenê bi civînên li Enqereyê yan jî civînên li Îranê ve sînordar e. Ger em dixwazin bihêz bin, rêya serkeftina diyalogê li ser maseyê, têkoşîneke bihêz li meydanan e. Ger em têkoşîneke bihêz bidin, ger em bi rêxistineke bihêz derkevin holê, bizanin ku em ê destê birêz Ocalan jî xurt bikin. Em dikarin bi vî rengî destê DEM Partiyê di danûstandinên li ser maseyê de xurt bikin. Zêdetirî 100 sal in mafên gelê Kurd ji destê wan hatiye girtin. Divê sedsala nû ji bo gelê Kurd bibe sala çareseriyê. Divê em yekgirtî bin, divê em bi hev re bin.”
 
Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
Nûçeyên Têkildar
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite.

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin
Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê, beşdarî merasîma cenazeyê Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim bibin.

Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin
Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin

Li Dep a welatê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan Newroz hate pîrozkirin. Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û got divê em destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.

MYK’a DEM Partiyê civiya
MYK’a DEM Partiyê civiya

MYK'a DEM Partiyê bi rojeva şerê Îranê û qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civiya.

Bakirhan: Birêz Ocalan got ‘nebin parçeyeke şerê herêmî’
Bakirhan: Birêz Ocalan got ‘nebin parçeyeke şerê herêmî’

Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de anî ziman ku helwesta lîderên Kurd zelal e û wiha got: “Birêz Ocalan bi sala ye Îranê vedixwîne demokrasiyê. Ji me re jî got ‘Nebin parçeyeke şerê herêmî; lê li dijî neheqî û bêhiqûqtiyê jî bibin yek û bi hev re têbikoşin.’