Iraq dê 2 deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re veke

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Îdareya Deriyên Sînor ê Iraqê, diyar kir ku dê deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re El-Velîd û Rabîayê vekin. 

Serokê Îdareya Deriyên Sînor a Iraqê Omer Welîdî li ser vekirina deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re ji medya Iraqê re axivî. Omer Welîdî, anî ziman ku Serokwezîrê heyî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo zêdekirina bazirganiyê û bikaranîna deriyên sînor ferman da ku deriyên sînor El Welîd û Rabîa yên bi Sûriyeyê re di dema herî kurt de bêne vekirin.
 
Omer Welîdî diyar kir ku wê di rojên pêş de deriyên sînor bêne vekirin û anî ziman ku ev rewş wê bandoreke erênî li ser hatineya Iraqê bike, wê bazirganiya li ser Iraqê zêde bike.
 
Nûçeyên Têkildar
Bakirhan bi Barzanî re hevdîtin kir
Bakirhan bi Barzanî re hevdîtin kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, têkildarî êrişên Îran û komên girêdayî wê, bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.

Li dijî Hewlêrê êriş: Kesek hate qetilkirin û 3 kes birîndar bûn
Li dijî Hewlêrê êriş: Kesek hate qetilkirin û 3 kes birîndar bûn

Di encama êrişa bi droneyan a li dijî Hewlêrê de peywirdarê ewlehiya balafirgehê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Herêma Federe ya Kurdistanê 6 caran hate bombebarankirin
Herêma Federe ya Kurdistanê 6 caran hate bombebarankirin

Duh bi şev li dijî navenda Silêmaniyê û Fermandariya Hêzên 70’ê êrişên bombeyî hatin kirin.

Îranê bi ÎHA û moşekan êrişî navçeya Koyê ya Hewlêrê kir
Îranê bi ÎHA û moşekan êrişî navçeya Koyê ya Hewlêrê kir

Rejîma Îranê di saetên serê sibehê de bi gelek moşek û dronan êrişî navçeya Koyê ya Hewlêrê kir.

Waliyê Kerkûkê têkildarî taxa Newrozê daxuyanî da
Waliyê Kerkûkê têkildarî taxa Newrozê daxuyanî da

Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha anî ziman ku pirsgirêka têkildarî şêniyên taxa Newrozê ya li Kerkûkê çareser bûye û artêşa Iraqê xwe ji taxê vekişandiye.