Di 15 rojan de li Sûriyeyê 115 kes hatin kuştin
- Rojane
- |
- 16 Sibat 2026 14:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê diyar kir ku di nava 15 rojan de li Sûriyeyê 115 kes hatine kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di nava 15 rojan de li Sûriyeyê 115 kesan jiyana xwe ji dest dane. SOHR’ê, da zanîn ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane hem sivîl hene hem jî endamên komên çekdar. Hat diyarkirin ku ev mirin, di encama înfazên li qadê tên kirin, gulebaranên belasebeb û teqîna bermahiyên teqemeniyan ên ji dema şer mane pêk hatine.