Fetî Yildiz: Mafê hêviyê her çend wek sernavek nebe jî dê li ser biryarên DMME’yê be
- Rojane
- |
- 16 Sibat 2026 15:52
- |
ENQERE - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, got: “Her çend mafê hêviyê sernavek nebe jî, dê li ser biryarên DMME’yê di naverokê de cih bigire.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, beriya civîna koma nivîsînê ya Meclisa Komîsyonê pirsên rojnamegeran bersivand. Yildiz, got ku her çend “Mafê hêviyê” weke sernavek di raporê de cih negire jî dê ji ber biryarên DMME’yê di naveroka raporê de cih bigire.
Têkildarî zagona ku weke “zagona vegera malê” tê pênasekirin jî Yildiz ev tişt anî ziman: “We navê zagonê lê kiriye. Dibe, îşala dema ji civînê derketin dê tiştên zelaltir bibêjin.”
Ji bo pirsa “gelo ev civîna dawî ye?” jî Yildiz, got: “Hêvîdarim îro em bi dawî bikin.”