Li Sêrtê nûnertiya MEBYA-DER’ê hate vekirin
- Rojane
- |
- 16 Sibat 2026 15:56
- |
SÊRT - Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Sêrtê bi torenekê hate vekirin. Dayikên Aştiyê di vekirina nûnertiyê de got ku divê her kes xwedî lê derkeve.
Nûnertiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER) a Sêrtê hate vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li merasîma vekirinê bûn.
Toren, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Maşallah Arslan li vir axivî û got: “Ev sazî, mîrateya zarokên me ye. Bila êdî dilê tu dayikan neşewite. Bi hêviya rojên xweş nûnertiyê vedikim.”
Piştre jî nûnertî hate vekirin.