Rêveberê DEM Partiyê Aslan hate girtin

Parve bike:
RIHA - Rêveberê DEM Partiyê yê Rihayê Huseyîn Aslan, bi hinceta ku tev li çalakiyên li dijî êrişên ser Rojava bûye, hate girtin. 
 
Rêveberê rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Aslan hate girtin. Aslan, bi hinceta ku di 8’ê Çileyê de li navçeya Pirsûsê tev li meşa ji bo Kobanê bûye, bangî îfadeyê hatibû kirin. Aslan ku ji bo îfadeyê çû dozgeriya Pirsûsê, bi îdiaya “li ber xwe daye û nehiştiye polîs karê xwe bikin”, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Dadgeriyê, biryara girtinê da û Aslan şand Girtîgeha Tîpa T a Rihayê. 
Nûçeyên Têkildar
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin
Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.

 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin

Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.

Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê
Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolînkirina pirsgirêkên girtiyên jin dijîn pêşnûmepirs da Meclisê.