Şandeya OCHA’yê çû serdana Kobanê
- Rojane
- |
- 16 Sibat 2026 16:14
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya OCHA’yê, çû serdana bajarê Kobanê ku di dorpêçê de ye. Şandeyê, şert û mercên jiyanî lêkolîn kir.
Şandeyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) serdana navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê kir. Şande ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê û nûnerên saziyên xizmetguzariyê hate pêşwazîkirin.
Her du aliyan li ser pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê yên ji ber dorpêçkirina Kobanê derketine û awayê peydakirina xizmetên bingehîn û pêdiviyên şêniyan gotûbêj kirin. Piştî civînê, şandeya NY’yê di gel endamên Rêveberiya Xweser, serdana stargehên li bajêr kir da ku şert û mercên jiyanê yên li Kobanê di bin dorpêça berdewam de ji nêz ve bibîne.
Ji 20’ê Çileyê ve, hêzên hikûmeta demkî dorpêçeke dijwar li ser bajarê Kobanê ferz kiriye û heta niha jî berdewam dike.
Nûçeyên Têkildar
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan
Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
- Çand û Huner
- 16:36 10/5
Koma 5'emîn a koçberên Efrînî bi rê ket
Îro di danê sibehê de komeke din a koçberên Efrînî ji Qamişloyê ber bi warên xwe ve bi rê ket.
- Rojane
- 14:11 10/5
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundir çûn Şamê
Waliyê Hesekê û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji bo pîrozkirina Newrozê çûn Şamê.
- Rojane
- 08:51 21/3
Li Qamişlo û Hesekê Newroz hat pîrozkirin
Li Hesekê û Qamişloyê agirê ewil ê Newroza 2026'an hat vêxistin.
- Rojane
- 15:36 17/3
Salih Muslim ji hêla hezaran ve hate oxirkirin
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, li cem kurê xwe Şervan Muslim ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin.
- Rojane
- 12:52 15/3