Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite

Parve bike:

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna MYK’ê û geşedanên di rojevê de axivî. Ayşegul Doganê, kesên di darbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’ê de, di Komkujiya Gaziyê û Komkujiya Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dane û rojnameger Nazim Babaoglû ku ji 12’ê Adara 1994’an heta niha tu agahî jê nayên girtin bi bîr anî. 
 
'SALIH MUSLIM MOHRA XWE LI TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DA’ 
 
Di berdewamê de Ayşegul Doganê, siyasetmedar û têkoşerê Kurd Salih Muslim bi bîr anî û got ku wefata Muslim ew gelek xemgîn kiriye. Ayşegul Doganê got: “Em behsa kesayetekî pêşeng dikin ku mohra xwe li siyaseta Kurd, li têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê da. Li ser navê partiya me, sersaxiyê ji hevrêyên wî, ji hevjîna wî Eyşe Efendî, gelê Kurd, gelê Rojava û Sûriyeye dixwazin.” 
 
TIŞTÊN LI ÎRANÊ TÊN JIYÎN TENÊ ÎRANÊ ELEQEDAR NAKIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê anî ziman ku rojeva sereke ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê şer e û şerê li herêmê ne tenê Îranê lê hemû herêmê û dinyayê eleqedar dike. Ayşegul Doganê, xwest pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakerayan were çareserkirin. 
 
‘DIVÊ DERBASÎ QONAXA VERASTKIRINÊN QANÛNÎ BIBIN’ 
 
Têkildarî pêvajoyê jî Ayşegul Doganê ev tişt anî ziman: “Divê êdî ev qonax bibe qonaxa verastkirinên hiqûqî û qanûnî. Daxwaza civakê ev e û divê neyê vehêlandin. Xuyaye ku hêj di rojeva Meclisê, Komîsyona Edaletê û Lijneya Giştî ya Meclisê de nîne. Hinek gavên hewcehiya xwe bi verastkirinên qanûnî tune ye hene. Ev gav dikarin bên avêtin. Dikarin biryarên DMME û AYM’ê bicih bînin. Çima verastekirina qanûnî ya ji bo berdana girtiyên siyasî nayê amadekirin? Girtiyên nexweş çima di girtîgehê de tên ragirtin? Gelo li benda çi ne? Bi milyonan kes li benda bicihanîna van biryaran e.” 
 
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN DI ŞERTÊN AZAD DE BE’    
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê îşaret bi nîqaşên têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî hûn jî dizanin ku hinek nûçeyê kulîsê yên têkildarî birêz Ocalan dizivirin hene. Behsa avahî, statu û hwd. tê kirin... Car bi car bang jî tên kirin. Hewceye ev şertên tecrîda girankirî ku 27 sal in didomin, bi dawî bibin. Birêz Ocalan di 27’ê Sibata par û îsal de du peyamên girîng da û berpirsyartiyeke giran li xwe girt. Ev gavên şênber di wan şertên giran de avêt. Me her tim got û hêjî dibêjin, divê birêz Ocalan xwedî şert û mercên azad be, bikare bi awayekî azad bixebite û pêwendiyan deyne.” 
Nûçeyên Têkildar
Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin
Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê, beşdarî merasîma cenazeyê Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim bibin.

Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin
Li welatê Kawayê hemdem Newroz hate pîrozkirin

Li Dep a welatê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan Newroz hate pîrozkirin. Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û got divê em destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.

MYK’a DEM Partiyê civiya
MYK’a DEM Partiyê civiya

MYK'a DEM Partiyê bi rojeva şerê Îranê û qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk civiya.

Bakirhan: Birêz Ocalan got ‘nebin parçeyeke şerê herêmî’
Bakirhan: Birêz Ocalan got ‘nebin parçeyeke şerê herêmî’

Tuncer Bakirhan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de anî ziman ku helwesta lîderên Kurd zelal e û wiha got: “Birêz Ocalan bi sala ye Îranê vedixwîne demokrasiyê. Ji me re jî got ‘Nebin parçeyeke şerê herêmî; lê li dijî neheqî û bêhiqûqtiyê jî bibin yek û bi hev re têbikoşin.’

Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê
Sezaî Temellî: Gel li bendê ye ku qanûna taybet demildest bê Meclisê

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, îşaret bi qanûnên taybet ên li bendê ye di çarçoveya pêvajoyê de bên derxistin û got: “Gel li bendê ye demildest bên Meclisê.”